Dema ez neh salî bûm, me koç kir wî bajarê ku salên 90î mirov diperitandin, xizanî dikete gewriya mirovan, masîyên mirî li ser avê diketin. Tav û babîloskên deryayê dikenîn, wêranên benderan û keştiyên zengarî bêhna bêhêvîtiyê bi xwe re dihanîn. Heke nava kolanan bigerî bêhna kûlîlkan û goştên mangalê tevlî hev dibe, piştî hilbijartinan şerê çeteyan destpê dikin û her aliyek baskê te bi aliyê xwe ve kaş dike. Heft salên din jî romana grafîk ya giyanê min bi bandora hevalan û malbatê tevlihev dibe. 

Beriyê ling: ez girêdayî hebûnên maddî yên malbatê û fehm feraseta wan a derheqa dinyayê de me, lewma jî nikarim bêyî wan tu cihekê de biçim. Ez neçarim ku bidim li ser rêya ku asoya wan destûrê dide ku ez biçim. 

Ez neçarim ku vê yekê fehm bikim. 

Dawiya havînê, piştî mezûnîyeta lîseyê, dema hevalên min hemû li cihekî kêfa xwe dinêrin, ez li hewşê rûniştî me. Tava germ û nerm min ji nava şaxên darên gulgulî re qidîka min tîne. Qarixên kûlîlkan bûne wek qesran. Pîrhevokên ku xwe vedişêrin wan konên xwe çê dikin ku gundiyên bêxêr her car dikevinê. Bi vê xweşikiya havînê xwe ji nişke ve ecêb hest dikim. Te bibêjî nivê serê min ditevize. Fikrên min mîna dengê bayê dibe ku guhê her kesî êdî hîn bûye lew tu kes êdî wê nabihîze. Xwe nexweş hest dikim. Çi qasî min bê wisa bi kûrî henase digirim û li dewrdora xwe dinêrim. Li kêleka mala destpêka hewşê, pişîkeke ku kûçikên dirr yên taxê peritandine, lewma li dora stûyê wê piçikek pûrt maye, hûr-rovîyan û nişayê dixwe. 

Carna bavê hevalê min î baştirîn yê berê, bi seyareya xwe ya nû bi mestî derbas dibe û diçe. Ditirsim ku ew ê rojekî bê li wê mala piçûk bixe. Kurmikekî temaşe dikim. Hêdîka xwe ji erdê re kaş dike û diçe, winda dibe. 

Tenê du heftan şûn ve diçim fakûlteya hikûkê ku efendîyên miletê min, milet wekî ehmeq û normal, bûk û laşfiroş, elît û pale dabeş kirine. 

Destê wan î selama hîtler dide, nijadê te çi dibe bila be (Moldowîyên ji Odesayê, Cihûyên ji Winnyzja an jî Kîevîyên ji Archangelskiyê) her bakûr îşaret dike. Dema ku ez digel wan dikevim zîndana heman gerdûnê, bi şaş û metel dibînim ku serî û lingên wan jê neçûne, kêfa wê azadiyê derdixin ku dipeyivin, difikirin, dersê didin, bi seyare an jî balafiran digerin, diçin partîyan, destdirêjiyê dikin, pevşa dibin.

Lê te bibêjî sermilên min, laşê min û lingên min jê hatine birrîn, te bibêjî dinya êdî nikare min bibîne. Her gaveke davêjim bi xwe re wê rîskê tîne ku ez ê di bin tavê de parçe parçe bibim, bibişirim û tunne bibim.

Hewl didim ku biryar bidim gelo tunnebûne min divê wek wî kurmikî hêdî be yan ji nişke ve û zû be. Îxtimal tunne ku bikaribim hebûna xwe bidomînim. 

Pêvajo lêzgîntir dibe. Lêdanên bendewariyên kesên din ên li ser min her ku diçe ji texmîna min bêtir dibe qefikeke teng. Sînga min zîz dide. Serê min mîna çawa nava mijê de be. Lingên min tunne ne. Milên min qetîyane. 

Her weha her henaseyek hewaya paqij, birîna min a qaşikgirtî cardin xwîn dike, êş bi xîreteke nû min dide li per pêlên xwe. 

Xweziya xwe tînim ku bikaribûma vegeriyama çend hefte beriya îro, li wî baxçeyê wêrane bi tena serê xwe binê şaxên daran de rûniştama. Digel heywanên sûkan, bêhna kûlîlkan, wê çaxê tîrêja roja germ û nerm ez dihebandim dema ku ew diçû ava. 

Xwezila vegeriyama wan çend xulekan ku wê demê hebûna min hê jî aramî û dilxweşî nas dikir.