Li gorî ragihandina BumF (Komeleya Federal ya ji bo penaberên tenê yên temenbiçûk), di dawiya çileyê 2016‘yan de dora 68,000 penaberên temenbiçûk yên ku bi tenê hatibûn Elmanyayê hebûn. Ji wan 4000 bi tenê li Berlînê bûn. Di wê demê de koma yekem ya Poetry-Projectê nû hatibû damezrandin û giraniya projeyê li ser ciwanên Efxanistan û Îranê bû. Ji ber ku bi taybetî xort bi tena serê xwe dihatin şandin, koma yekem di destpêkê de hemû xort bûn. Yasser Niksada, Mahdi Hashemi, Shahzamir Hataki, Ghani Ataei, Kahel Kaschmiri û Samiullah Rasouli ji destpêkê ve endamên projeyê bûn û di wê demê de temenê wan di navbera 14 û 18 salî de bû. Wan di sala 2018‘yan de Xelata Helbesta Xwendekarên Else Lasker ji bo nivîsên xwe yên balkêş wergirt. Gotara sereke Günter Wallraff got, "Helbestên we dilê mirovan vedikin."

Û ev hat eşkere kirin: nivîsandin dê berdewam be. Ji sala 2017’yan heta 2019’yan dora 750 penaberên ciwan, di serî de ji Efxanistan, Îran, Îraq û Sûriyeyê, li seranserê Almanyayê di diyalogeke lîrîk de bi ciwanên ku li vir mezin bûne re civiyan. Pandemiya qoronayê wextekî civînên nivîsandinê yên birêkûpêk dijwartir kir, lê ji Gulana 2023‘yan ve proje dîsa berfireh bûye: em niha bi Erebî, Kurdî, Farisî û Ukraynayî dinivîsin.

Bi taybetî ciwanên koçber ji bo mayînê hatine. Ew li ser pêvajoya koçberiyê, êşa terikandina welatê xwe, hatina xwe û biyanîbûnê çi difikirin? Ew çawa lengerên nû yên ku pê rawestin û xwe pê bigirin dibînin, li gor wan cudahî û wekheviyên di navbera welatê wan yê kevn û nû de çi ye? Di helbestên xwe de van pirsan bi heybet dibersivînin.