Şahidên siberojê – çîrokên almanên siberojê projeyeke pêşverû û wêjeyî ya hevpeyvînê ye, ya ku piştgriya ciwanên penaber dike ku bikarin tecrûbeyên xwe bi şêwaza helbestî bînin ziman. Em dixwazin bala xwe bidin wan mirovan, yên ku di salên dawî de bi hezaran ji welatên weke Surî, Efxanistan, Iran, Eritreya û Ukraynayê koç kirine. Civaka mezin ya almanyayê gelek caran bi perspektiva xwe behsa van mirovan dike lê wan mirovan bixwe behsa xwe nekiriye. Hevpeyvîna di navbera mirovên ku li vê derê mezin bûne û mirovên ku nû bûne penaber gelek nakokiyan diafrîne û di heman demê de jî dokumentekî bêhempa ji bo dîroka nûjen ya koçberiyê derdixîne ho

Ji bo vê jî me têkiliya xwe bi nivîskarên PENa Berlinê re danî ji bo ku ew bi şêwaza wêjeyî piştgiriyê bidin van nivîskarên ciwan - Nivîskarên bi tecrubeya koçberiyê yan yên bêyî tecrûbeya koçberî û penaberiyê dikarin bibin mînakeke baş ji bo serkeftina jiyaneke mayinde li Almanyayê. Ev proje dixwaze bi giranî şêwaza helbestî bikarbîne daku mirov bikaribe hest û çîrokê xwe bixe hundirê dumalikekê. Tiştên ku mirov dibêje qê qet nikarin bên gotin, dikarin bi şêwazeke hevpeyvîna hunerî werin gotin û berovajiyê wê li hemberî tiştên “nenas” têgihiştineke din dikare were pêşxistin. Dijberiya li hemberî mirovên ne alman, li hemberî rengê çerm û bawerî li wan ciyan herî berbelav in, yên ku kêm biyanî lê dijîn û li ciyê ku kes tiştek li ser wan nizane. Erka wêjeyê ew e ku mirov çîroka xwe wisa binivîse ku mirovên bi tecrûbeyên wekhev xwe di çîrokê de bibînin û mirovên bi tecrûbeyên cûda tiştekî li ser “kesen din” ji bilî xwe, fêr bibin.

Nûçename

Bibin abone, em ê we ji rewşên nû haydar bikin.

Wêjeya hevçerx ya almanî mixabin civaka niha ku bi lezginî diguhere temsîl nake. Piraniya wan – bi taybetî ciwan – koçî Almanyayê kirine ji bo ku bimînin. Ew dikarin ji hebûneke fîzîkî bêhtir bikevin nav civakê, dema ku dengê xwe di nav diskursên civakî de bilind bikin û di koroya pirdengî de bêne bihîstin. Ev jî tê wê wateyê ku li kêleka tevkariya siyasî ew bêhtir çîrokên xwe binivisin, nasnamaya xwe ava bikin û civakeke hevgirtî pêş bixin.

Em van xalan organîze dikin:

  • Birêxistina gelek kargehên nivîskariyê li Berlînê (bi zimanê erebî, almanî, inglîzî, farisî, kurdî-kurmancî, tigrinyayî, ukraynî)
  • Danasîna xebatan li Berlîn û tevahiya Almanyayê
  • Çapkirina nivîsên pirzimanî
Nivîskara PEN'ê Meral Şîmşek bi koma xwe ya atolyeyê re piştî xwendineke serkeftî.
Nivîskara PEN'ê Meral Şîmşek bi koma xwe ya atolyeyê re piştî xwendineke serkeftî.
Wêne: © Christin Dohmeier