1. Armanca komeleyê pêşxistina perwerdeya ciwanên koçber û penaber li dibistanê û li derveyî dibistanê, bi rêya atolyeyên helbestan li dibistanan, bi taybetî yên polên bixêrhatinê û di însiyatîfên entegrasyonê de ye. Yek ji armancên din pêşxistina têgihîştina navneteweyî bi danûstandin û têgihîştina navçandî di navbera civaka sîvîl ya Alman û ciwanên koçber û penaberan de bi rêya pêşkêşkirina helbestan, nîqaşan, pêşangehên giştî û weşanan de ye. Her wiha Komele girîngiya helbestê wekî navgînek ragihandinê di cîhana rojhilatî de dide famkirin û bi rêya nivîsandina otobiyografî alîkariya penaberan dike.
2. Armancên Komeleyê bi tenê û rasterast armancên xizmeta giştî li gor beşa "Armancên bacê îmtiyaz" yên koda baceyê ne.
3. Komele bi fedakarî dixebite; armancên aborî ne armancên sereke ne.
4. Diravên komeleyê tenê ji bo armancên qanûnî dikarin bên bikaranîn. Endam ji komeleyê diravan wernagirin.
5. Tu mirov nikare bi lêçûnên ku ji armanca komeleyê dûr in yan jî bi mesrefkirina zêde sûd ji komeleyê wergire.