Salek piştî reva xwe, Yasser helbesta xwe ya yekem "Şop" li ser serpêhatiyên ku di rê de hatine serê wî nivîsî. "Min hin tiştên ku di rê de qewimîn di dilê xwe de veşartin. Bi xêra helbestan ew bîranîn dîsa vedijîn û wiha birînên min derman dibin". Wî di hevpeyvînek bi ZDF tivi re di 2017‘yan de got: “Kesê ku di nav ewlehî û bextewariyê de mezin bûye nikare vê yekê fêm bike. Lê heke mirov bi rêya helbestan tiştê ku hatine serê mirov vebêje, dibe ku hin kes li ser bifikrin û bibêjin ka gelo dê çawa bûya ger tiştên wek şer, wêranî an bêhêvîbûn bihata serê me jî. Wê demê ew ê baştir fêm bikira û têbigihîştina.
Helbest li Îranê û herwiha li Efxanistanê jî roleke girîng dilîze, ev yek damezrênera projeyê û nûçegihana biyanî ya SPIEGEL Susanne Koelbl di ger û geştên xwe yên rojnamevaniyê de carcaran tecrube kiriye. Hest û çîrok di helbestan de têne parastin û di rewşên rojane de têne xwendin - çi li ser şîvê, di rêwîtiya taksiyê de an di dema danûstandinê de. Poetry Project li ser kevneşopiya wêjeya devkî hatiye avakirin û wiha bi kûrahiya hestan û peyvên watedar vedijî. Tiştên ku mirov di destpêkê de newêre bêje, dibin axaftinek hunerî û di heman demê de têgihîştina mirovan ji bo tiştên "biyanî" bi pêş dikeve.