Atolye Tu wek penaber hatî Almanyayê, temenê te di navbera 15 û 30 salî de ye û dixwazî bi kesên din re serpêhatiyên xwe binivîsî? Nexwe xwe bigihîne me! Bi rêya e-name, WhatsApp an jî Instagramê tu dikarî bi me re têkiliyê daynî.

Xwendin

Kêfa te ji nivîsên helbestvanên me re hatiye û tu dixwazî wan pêşwazî bikî? Em li seranserê Elmanya formên xwendinê yên cihêreng organîze dikin û li benda ramanên te ne.

Staj

Em her gav li stajyeran digerin yên ku dixwazin beşdarî koma me ya biçûk ya Berlîn-Mitte bibin. Em ê bi pirs û serîlêdanên we bi rêya E-Mailê kêfxweş bibin.

Dilxwazî

Konsepta projeya me bala te kişand û tu dixwazî heftiyê çend saetan bi dilxwazî bi me re kar bikî? Tu difikrî ku zimanên te, naskirina te ya mirovan, zanîna te ya di derbarê medyaya civakî û berhevkirina diravan de wê alîkariyek mezin be ji bo Poetry Project? Wê çaxê bi me re biaxive!

Alîkariyên Aborî

Em xwe bi alîkariyên dewletê fînanse dikin, lê ji bo ku em hemû planên xwe bi cih bînin û piştgiriyê bidin helbestvanên xwe yên ciwan, hewcedariya me bi alîkariyên aborî û eşyayî heye. Ji ber vê yekê em ê bi alîkariya we pir kêfxweş bibin; tiştekî biçûk be jî dê bikaribe ji bo me rewşê biguherîne. Ger bê xwestin fatûre jî dikare bê nivîsandin.