Hîn heman cih e,
Ew cihê ku mirov lê dikare behsa rojên çûyî bike
Ew rojên çûyî yên ku bi hezaran hêvî di nav xwe de binax kirine
Rojên ku ciwaniya me ji xwe re birine û xeyal şandine çolistanê

Li wî cihê ku mêrdewana daxwazan hilweşiya
Stûna hêviyan şikest û dîwarên aramiyê hatin xwarê
Ji nişka ve, di nav kavilên hejarî û mirinê de
Û hilmên ku bizor tên dan û standin
Bê hemd hêstir ji quncên çavên bademî dibarin
Qêrînên bêdeng û gotinên negotî di qirikê de

Di rûyê ciwan de wastabûn dikir qêrîn
Me ciwaniya xwe nedît
Ji nişka ve em bûn pîrejinek bêkes li kêleka wê buxçikek
Û tabûteke ku di nav tozê de maye
Ya ku di nav embara pirtûkên çiriyayî û pênûsên şikestî de
Xemgîniye hembêz dike û ji tirsa dilerize
Çavên wê girtî ne û derd û keserên wê nayên ziman

Pîrejinek ku şaşmayî li kolanên bajêr digere û bi çavên nebawer dû û barût,
Ebayên dirêj û peykerên stûr dibîne
Dengê piste pista cîranan dibîze
Ew ku jiyana xwe xistine nava valîzek biçûk
Û di deriyê paş de di nav taritiya şevê de wenda dibin

Hîn jî di fikra wê de xewn e ev
Bêrehm sîleyan li xwe dide ta ku ji vê kabûsê xilas bibe
Bêhêvî li ber sifreya dilê xwe rûdinê û li ser ciwaniya xwe ya wenda
û daxwazên xwe yê têkçûyî hûr hûr hêstiran dibarîne

Biryar zehmet û rêya revê dijwar
Dengê şikestina rûh bi her gave zêdetir wê diêşine
Ta ku ji nişka ve li ser rêya zor û zehmet Qaçaxçiyek xuya dibe

Li ser wê rêya dijwar û westîner de
gav diavêje ser çiyayên ku berê xwe dane felekê
û di daristanên kor de ji bo parastina cilên bedena xwe
berxwe dide

Êdî pejna cilên bedew, mase û kursiyan nayê
Di destên wê yên bi birîn de hîn jî ew buxçik heye
Lingên wê werimî ne û zinaran çokên wê hembêz kirine
Li kûriya geliyan mat mayî maye
Êdî taqeta meşê tune
Lê buxçik ji dest nakeve.