Dilê te wekû bergekî şîn di destên min yên qerisî de
Tu bûyî ew roja havînê ji bo dilê min yê sar

Wekû heyva meha cotmehê, şêrîn û pir-evîn î
Bo nebarin hestirên te bi cîhanê re ceng e bo min kar

Dua ke û bi baranê re hêviyên xwe rêz ke
Axir min ji Xwedacan xwest ku bo me bibe alîkar

Dibînî bergên xezan li badê hewa çawa direqsin
Diperpitin, diçerxin şîn û zer in ez j’wan re xêzkar

Min ji te re negotibû ku di dil de hestêm çi ne
Bo min tu ava heyat î bê te ez payîza sar

Hemî dibêjin bihar e demsala vejîn
Ez dibêjim payîz û reng in bîranînên evîndar