Piştî gelek salan azadî vegeriyabû bajarê me
Di wan salan de em dihatin dinyayê
Û bi mezinbûna me re Kabûl roj bi roj xweşiktir dibû.
Dawî li wî wextî hat, ew wextê ku her tişt lê xweştir dibû.
Ewlehî nema.
Her roj teqîn.
Her roj xwîna mirovan li her quncên bajêr
Her roj mirovên reşpêçayî li kolanan
Her roj hesta ku mirinê me dorpêç kiriye.
Dîsa jî em diçûn dibistanê, lê bi tirs.
Dibe ku rojekê aştî û halxweşî li me vegerin?
Me hêviyên xwe vedişartin.
Çawa vebêjim ku her roj li kolanan xwîna zarokan dihat rijandin û em dîsa jî derdiketin der?
Çawa vebêjim ku em ew nifş in ku her roj bi saxî têne binaxkirin?
Çawa vebêjim ku em bi hejarî, bêçare, bê dest û pa, bê dê û bav, xwişk û bira, dîsa jiyana xwe didomînin?
Ev em in, nifşa ciwan, nifşa paşerojê.
Lêbelê hêviyên me yên paşerojê hatin binaxkirin.