Serê sibehê, tenêtî û westabûn
Li benda telefonekê ya peyamekê
Bi tenê li ser sifreya taştê û hingiv
tama jehrê di qirka min de dihêle
Hîndekariya zihnekî aram
Çavên girtî
Çi awazên xweş:
Awazên balindeyan, ba û şirşira avê
Bi rastî
Cîhana tarî çi awazên xwe hene!