Rêwiya trênê me bi saetan
Hevrêyên min mirovên ku zimanê wan fêm nakim
Her çi dinêrim
Kesên nenas
Çi dikim ez
Li vî diyarî
Çira di ber van xerîban re derbas dibim
Hinek eniya xwe diqurmiçînin
Yek di bin lêvan de tiştekî dibêje û diçe
Ax xwezî min bikariya bigota
Ger rojekê hûn bibûna mêvanê me
Bi dîtina we
Kesî eniya xwe nediqurmiçand
Û kesî tiştek di bin lêvan de nedigot
Tenê dibişirî û derbas dibû
Li vî diyarê xerîb
Nefesa dawî digrim
Ax çi bi tenê mame li vê xerîbiyê
Xwezî min bizaniya tu li kîjan welatî yî
Û çiqas dijwar e
Nefesa dawî