Her çiqas ji malbata xwe û ji xizmên xwe nexasim dayika xwe dûr bim jî min bişev di xew de didît ku vedigeriyam ba wan. Hestên welat di xew de cuda bûn. Min bawer dikir ku bi tenê bajarê min xeternak e lê ev car tevahiya welat di xeterê de bû. Li her derê mirovên reşpêçayî hebûn. Avahî hildiweşiyan û di heman xewnê de ez diçûm ba bavê xwe, dayika xwe û malbata xwe. Ew hest jî cuda bû, nenas bû, weke ku ez hatibim qewirandin û ji nişka ve rastî wan hatibim. Dîsa jî ew xewn û dîtina wan dilê min germ dikir. Lêbelê çawa em digihîştin hev me didît ku erebeyek tevî mirovên reş pêçayî dihat û gule berdidane me. Em ji ber wan direviyan lêbelê ew li pey me dihatin. Me xwe li pişt dîwarekî vedişart û piştî demekê dengê guleyan kêmtir dibû. Me digo qey êrîşker çûne lêbelê piştî ku me xwe ji pişt dîwar dida alî dîsa gulebaranê dest pê dikir. Dayika min û kurê xaltîka min birîndar dibûn. Kurê xaltîka min rehmet dikir û dayika min sax dima. Ta niha her çiqas vê xewnê dibînim dilerizim û dilê min perçe perçe dibe. Xwezî ji dêlva wan re gule li canê min biketa. Di xew de bi saetan digiriyam û dema şiyar dibûm matmayî dimam û hişê min belav dibû. Her çiqas ji vê xewnê aciz bim jî, nikarim ji bîr bikim. Ev xewn di hundirê min de şax avêtine.
2023 | Mustafa Aliesa | Îraq