Ma dihate bîra kê ku rojeke bê û ez ê li Berlînê bijîm?
#Basra
Dema li Basrayê şewba koronayê destpê kir, te bibêjî qey jiyan tevde sekinî bû- jixwe tu wateyeke jiyana min tunne bû. Tevahiya salekî destûr tunne bû ku meriv ji malê derkeve an jî hevalên xwe bibîne. Li dibistanê ez serkeftî bûm lê notên min têr nedikirin ku endezyariyê bixwînim. Min nedixwest biçim zanîngeheke taybet an jî li derveyî welêt bixwînim ji ber ku wê bibûya barekî giran li ser malbatê. Rewşa jiyanê li Iraqê her ku diçû çetintir dibû û ji bo mirovên wekî min siberoj gelekî tarî bû. Wê demê ew fikir kete serê min ku ez terka welêt bidim û biçime Ewropayê. Beriya her tiştî ez ê neçar bimama ku her tiştî bi tena serê xwe çareser bikim. Ya duyem jî li cihekî ku gelek derfet lê hene, wê bextê min ê hebûya ku ez serkeftî bibim. Ez fikr di serê min de çû hat heya ku ew roj hat ku ez êdî dikarim biryarê bidim.
#Bexda
4ê Gelawêja 2021an bû ku min, bira û xwarziyê xwe me xatirê xwe jê dê û xizmên xwe xwast û em ketin balafire ji Basrayê diçe Bexdayê ji wir re jî diçe Mînskê. Min sê saetan tenê ji pencerê re nihêrî û ketim temaşeya esmên. Firîn kêm zêde çar û nîv saetan domiya. Em li Mînskê peya bûn lê wê derê em divê heşt saetan dirêjtir li bendê bimînin. Dawiya dawiyê mohrek li paseportên me dan û êdî destûr hebû ku ev terka avahiyê bidin. Çavdêriya min a yekem ew bû ku Mînsk bajarekî xweşik bû. Hewa nermane, kêfa min saz bû, min wisa hest dikir ku em ê tiştên xweş bijîn.
#Mînsk
Li ber derê balafirgehê mêrikek li bendê bû ku me bibe hotelê. Me bi tenê rojek dabû xwe da ku em westa xwe daynin. Me biryar dabû ku em paşê berê xwe bidin Lîtwanyayê ji ber ku li gor gotinan wê derê sînor vekirî û derbasbûn hêsan bû. Belarûs ji bo me dergeha derbasbûnê bû, me dixwast em xwe bavêjin Yekitiya Ewropayê. Em komeke Iraqî ya 40 kesî bûn, me bi çend seyareyan berê xwe dabû sînor. Dema me xwe gihand li wê derê pir tarî bû, çavan çav nedidîtin. Em ketin nava daristanê û nêzikî sê saet û nîvan meşiyan. Gava em gihîştin wê derê, em wek komeke girtî revîyan da ku xwe bavêjin aliyê Lîtwanyayê. Lê piştî demeke kurt nobedarên çekdar yên Lîtwanî derketin hatin, rêya me girtin û em neçar hîştin da ku em vegerin. Hewa sar bû û baraneke giran dibariya.
#Sînor
Me pênc saetan dirêjtir hewl da ku em nobedarên sînorên Lîtwanî qane bikin da ku destûra derbasbûnê bidine me. Lê kêr nehat. Piştî pênc saetan nobedarên sînorên Belarûsî bi otobêsekî hatin û em birin aliyekî din î daristanê. Tevahiya rojekî destûr nedan ku em xwe bilivînin. Me vê navberê de tu nan û av nexwar. Paşê me çûn li cihekî hinekî rast, destûr dan ku em wê derê êgir vê bixin da ku em xwe germ bikin. Me agirekî kampê vê xist û li wê derê çend saet derbas kirin. Pêşiyê guhê wan li ser me bû. Lê belê piştî demekî em wisa bi sosret li wê derê hîştin û çûn, em li daristanê tenê hîştin. Dema tariya şevê diket, me biryar daku em tiştekî bikin. Em ji nava daristanê re çûn li ser rêya navendî. Wê derê me şaş û metel dît ku bûsên piçûk ên bê plaka li benda me ne. Mêrikên ku rûpêç li xwe kirine ji otobusan derketin, wan gotin an wê me bidin cihekî navendî, bavêjin zindanê ji ber ku em bê destûr ji sînoran derbas bûne, yan jî ew dikarin me bibin li sînorên Polonyayê berdin. Bêguman me got, me bibin sînorên Polonyayê. Em yekser ketin otobusan û me berê xwe da Polonyayê. Gava me xwe gihand wê derê, em li pey hevdu ketin dorê. Tarîyeke reş û korr hebû. Paşê wan ji me re got berê xwe bidin vê zevîya garisan ku zevî navbera sînorê Belarûs û Polonyayê de bû, wan gotin bimeşin heya ku hûn gihîştin gundekî sînor yê Polonyayê. Em karê nîv saetî meşiyan heya ku me xwe gihand zevîyeke fireh e sererast. Me li wê derê lembeyên gundê Polonyayê didîtin. Me biryar da ku em biçin wê derê. Lê kamerayên şevê tevgerên me şopandibûn û nobedarên sînorên Polonyayê ji zû ve dora me girtibûn.
#Polonya
Nobedarên sînoran em hildan birin li heremeke navendî. Beriyê malbat birin. Ez divê sê saetan li benda dora xwe bisekiniyam wê zeviyê heya ku dor hat ji bo min. Wê derê em hefteyekê di bin çavan de man. Paşê soz dane me ku wê me bibin cihekî baştir lê ber’eqs em birin cihekî xerabtirîn. Bi operesyoneke ji deh saetan dirêjtir kişand, em li wê derê hildan birin ciheke dişibe cihê pêşîn. Wê derê pere û telefon ji destên me girtin. Ez digel deh kesên biyanî kirim li cihekî. Ji ber sedema karantînaya koronayê ez du hefteyan li wê derê hatime girtin. Paşê li qadeke futbolê em hemû kom kirin. Çawirdora qadê tevde bi têlan hatibû girtin. Malikên piçûk ên prefabrik hebûn ku her yek ji bo çar kesan hatibû amadekirin.
Ez çar mehan li qadeke futbolê girtî mam. Bêyî ku tu pêwendiya min bi dinyayê re hebe, bêyî ku tişteke bikim hebe, hema wisa mam. Paşê biryar dan ku min bibin kampeke din, îcar kamp nêzikî sînorê almanyayê bû. Ev der eslê xwe de wek zîndanê bû. Ev kampa cihê din lap xerabtir bû. Her qawişê de deh ode hebûn û nêzikî 200 kes lê diman.Yanê di odekî de 20an zêdetir kes hebûn. Mahremîyeta min bes cihê min î razanê bû. Ez bi neçarî çar mehan vê derê mam heya roja 1ê Nîsana 2022an de biryar dan ku min berdin. Ez şandim sêwîxaneyeke li navenda welêt.
Ev yek ji bo min gelek zehmet bû ji ber ku ez ji bira û birazîyê xwe hatibûm veqetandin. Ez piçûk bûm lê ew ji 18 salî mezintir bûn. Wê demê pê ve ez serbestî dikaribûm bigeriyam. Ez sê rojan li sêwîxaneyê mam. Paşê min biryar da ku biçim Warşowê ku bibînim gelo ji bona min çareseriyeke baştir heye yan na. Li Warşowê pênç rojan kampa penaberên Ukranî mam. Cihekî din î ez lê bimînim tunne bû. Ev serê heşt mehan bû ku min xwe gihandibû Mînskê, gelekî gerîyabûm û min gelek tişt fêr bûm. Min wê navberê êdî ji bîr kiribû ku çima ji Iraqê veqetiyabûm. Bira û biraziyê min neçar mabûn ku rêça tilîyên xwe li Polonyayê bidin. Li gor peymana Dublînê êdî destûr nedina wan ku terka wê derê bidin. Lewma jî ez neçar bûm ku biryarekî bidim vê wê xalê de armanca min a sereke, Berlîn hate bîra min. Belê planeke min a diyar tunne bû, min kesek li wê derê nas nedikir, ez tikûtenê bûm lê min dîsa jî biryar da ku biçim wê derê.
#Berlin
Dema ez gihîştim Berlînê, min çû nasiya xwe da saziyeke alîkariya kesên temen piçûk dike. Ez gelek şaş metel ma bûm ku ew qasî baş tevgeriya bûn. Ji ber şert û mercên şewbeya koronayê ez neçar bûm ku karantînayê de bimînim. Ji min pirsîn gelo tu kaxizeke min e ku nav û paşnavê min li ser heye, tişteke paşxaneya min nîşan dike heye yan na. Digel min wêneyekî paseporta min hebû. Piştî hindek karên formalîte kaxizek dane min ku li ser adrêsek hebû. Min cih înternetê de dît, rê ne dûr bû, meriv dikaribû 40 xulekan de li wê derê be lê ji ber ku min hatin-çûyina vê derê nas nedikir, ez tam sê saetan de gihîştim wê derê. Dema ez gihîştim wê derê, min çû xebatkarek dît û jê re got ku soz dane min ku ez ê bikaribim li vê derê bimînim. Wî gotina min sererast kir û odeyeke piçûk min nîşan da. Wî xwe da nasîn û her dor min nîşan da, wê navberê de ez ew qasî westîyabûm ku min tenê dixwazt ez razêm. Piştî danzdeh saetan min karibû ji xewê ra bim. Wê çaxê min hêdî hêdî fehm kir ku ez li ku derê me û li hemberî çi zehmetîya me. Çar mehan pê ve ez ji kampeke penaberan derbasî ya din bûm heya ku ofîsa cîwanan biryar da ku ew berpirsiyarê min in. Ev yek bû destpêkeke nû ji bo rêwîtiya min a ber bi Berlînê ve.
#Neukölln
Mala min a pêşîn li Neuköllnê bû. Ez bawer dikim ku min baştirîn rojên jiyana xwe wê malê de, wê taxê derbas kirin. Ez nava kolanên lezgîn re diçûm dihatim û hindek tişt heya dişibiyan bajarê min Basrayê. Min Berlîn li Neuköllnê nas kir û wê şêwe da pêwendiya min a digel vî bajarî.
#Almanî
Ez almanî hîn bûm û min tu carî bawer nedikir ku ez ê ev qasî vî zimanî hez bikim. Li vê derê ziman dermanê her tiştî ye. Bi saya zimên min mirovên nû nas kirin, alman û ne-alman nas kirin û zanîna zimên derfet da ku ez pêwendiyên nû digel mirovan daynim. Rojekî ez ê almanî ji almanan baştir bipeyivim.
#Îltica
Dema pêvajoya îlticaya min destpê kir ez hê jî hejdeh salî piçûktir bûm. Piştî demeke kurt dema ez hatim vê pêvajoyê destpê kir. Min destpêka sala 2023yan de îfadeya xwe da BAMFê. Dema wan serlêdana min red kirin ez nû bibûm hejdeh salî. Ez gelek berxwe ketim, hefteyekî min nikaribû li malê derkevim. Mîna çawa ku ez winda bibim, min nizanibû gelo çi bikim. Sazîyeke penaberan ez şîret kirim ku got dev jê bernede, almanî fêr bibe. Min jî eynî wisa, gotina wan kir.
#Karê Xwebexşî
Min serî li saziyên karên xwebexşî dan û nave xwe qeyd kir, li Kreuzbergê sazîyek ji kesên nû hatine digeriyan, li Neuköllnê Kulîna Şorbeyê her hefte alîkariya dide kesên nikarin xwe xwarinê amade bikin. Pêwistiya min vî karî hebû ku ez xwe topî li ser xwe bikim. Min tu carî hêvî nekiribû wê di Festîvala Xwebexşên Neuköllnê de xelata xwebexşê ciwantirîn bidine min. Ez digel hevalekî hinekî dereng hatime festival û dema ku min navê xwe bihîst û derketim li ser dikê, min nizanibû ez gelo divê çi bibêjim. Ez xulekeke ecêb a xweş bû.
#Hevaltî
Du sal derbas bûn ji ser wê roja ku ez hatim Berlînê. Zimanekî nû, cihên nû, hewa gelek sar e ji bo min- gelek tişt cuda ne, û derbarê serde jî bajarekî nû. Ez bawer dikim ku min vê navberê de gelek tişt bi dest xistin û min dinyayeke nû nas kir. Lê her cara ku ez dibêjim ez êdî Berlînê nas dikim, Berlîn tişteke nû derdixe pêşîya min û ez vê yekê hez dikim. Ez vê derê hindek wateyên din ên peyva “hevaltî”yê fêr bûm. Berlînê her weha dîzîplîn ji min fêr kir û min nîşan de ku ez ê çawa rîtma jiyana xwe bibînim. Cihekî ku ez herî zêde jê hez dikim Tempelhofer Feld e, bi taybetî havînê dema mirov bi hevre her cure sporê dikin û kêfa xwe dinêrin. Ez her weha Schillerkiezê, wê herema piçûk a Neuköllnê zehf hez dikim. Dema ez zarok bûm, min xeyal dikir ku ji bo zanîngehê biçim Berlîn an jî Londonê. Ji wê roja ku min xwe avêt vê derê heya niha dixebitim ku vî xeyalî bikim rastî. Li hemberî hemû zehmetiyan, ez li vî bajarî fêr bûm ku divê tu carî dev jê bernedim. Her cara ku deriyek li rûyê te tê girtin, derfeteke nû destpê dike.
Hinek dem berê, gava ez û hevalekî ji Îraqê em ji nava sûkên teng û xanîyên kevn re derbas dibûn, min jî wî re got “hela ware, ez ê tişteke xweş î li cihê xwe te nîşan bidim.” Hevalê min pirsî:“kîjan aliyê te?” min got: “bajarê kevn yê Basrayê” min got. Em her du jî dikeniyan û dimeşiyan. Wê çaxê min xwe bi xwe re got: Berlîn dibe ku bibe mala min a nû.