Êdî bêzar im ji aramiyê 

Bêdengî dike qêrîn û 

Dengê qêrîna wê dikeve guhê min 

Ji dil û kezebê dike qêrîn 

Weke ku man û nemana wê bi wê ve girêdayî be  

 

Êdî nikarim barê kederên xwe hilgirim 

Perdeya guhê min qetiya ye 

Êş û janê ez har kirime 

Weke kozirê agir 

Û bedena min qeşa girtiye 

Weke serê tiliyan piştî leyistina bi berfê

   

Êdî sebra min ji van dengan re nemaye 

Ên ku dibêjin divê tu aştiyê ji min re bînî 

Bo çi tu dubendiyê dixî nava min 

Bo çi dikî ku qesda canê xwe bikim 

Bo çi dikî ku ramanên nexwestî têkevin kûrahiya serê min 



Dihêlî ku     

              bifikrim   

                                                 bifikrim    

                                                                                         bifikrim 


Êdî nikarim hilgirim ku 

Ez ê qet nikaribim li ser fikr û ramanên xwe heta dawiyê bifikrim

    

Lewra wê dawî li fikrînê neyê