Tiştekî biçûk û zîv û birqok. Sar û hesinî û quleka biçûk tê de. Hewceyî qûlkirinê nake. Ez bi ku ve bikim, bi wur ve dimîne. Çi guh, çi poz çi lêv. Êdî hewce nake biryarekê bidim. Xwezî ji bo her rewşê çareyeka hêsan weke xizêmeka sexte hebûya.
Pêdiviya me bi biryaran,
bi poşmanbûnê,
bi ‘’eger’’,
bi ‘’wê pişt re çi bibe’’
bi ‘’divê nekirna’’
‘’divê wiha bûya’’,
‘’dikaribû wiha bike’’
nedima.