Zarok bi dengekî nizm dibêje: Em îro di polê da fêrî Alboradeyê bûn,
cureyekî strana evînê.
Dayik dibêje : " Ez kêfxweş im, berxê min,
qasekî rûnê û bisekine, ez tiştan kom bikim.
Dayê tu dizanî kê ew stran çêkiriye?
Şivanên ku li zozana kerî diçêrînin
Bavê dahatû stran ji bo dayika dahatû got
Û ji bilî vê. Ez di matematîkê de yê herî baş im..
Tê bîra te ku te carekê çawa soz da min
dema ku ez di dibistanê baş bim û her tim baş tev digerim,
wê bavo vegere û em biçin seyranê?
Li min bibore kurê min, ez nikarin gotina xwe bînim cî.
Bavê te mêrxas, bê tirs û wêrek bû,
ew bin neket, ew berxwedan bi xwînê bi dawî bû.
Mixabin serkeftin gelek qurbaniyan dixwaze.
Wî nedikarî ji qedera mirinê bireve.