Li goristana vala tu paldayî yî,
li ser çarstêlên tîk ên weriqî, bê liv û can,
ji her gaveke avêtî diricifim ez,
ji ber ku bi tevgerên yekaheng,
dikişin di nava rêzan re.
Tu çongan daydinî li ber gorekî,
rûyê te berjêr li erdê dinêre,
her ku çû kûlîlk hinek din çilmisîn.
Li wêranxaneya me ya pîroz awêneyek hebû,
di nava goran de,
bi destên xwe te gorek vekola,
av jê kişiya,
roj hil hat,
lê te nabînim êdî,
dibe ku tu di destpêkê de gom bûyî.
2024 | Maryam Sarshar |