Carna meriv neçare ku bireve,
ji vê dinyaya biyanî,
li cihekê ku tu tişt ne wek berê ye.

Biçî deryaya pêldar li başûr,
yan jî Sosinên Meryema Gewre li baxçe,
heya meriv dikare xwe bavêje bextê keşîşxaneyekê,
hembêza jineke bê suc li Orşelîmê,
ku ev ji hezkirinê baş fehm dike.

Derya wan hemûyan tebat dike,
lê ez dişikêm ji ber wan!