Gelek caran zarokê di hinava min de 

Banî min dike. 

Dixwaze, em bi hev re bicivin. 

Lê cihekî guncaw

Demeka guncaw

Yan jî rêyeka guncaw

Ji me re tune ye. 

 

Ew hest dike, 

Ku nayê têgehiştin

Loma peywendiya me sar e. 

Şerm dike, ku rojekê ez ew bûm

Û ez şerm dikim ji tirsa 

Ku derfet êdî çê nebe 

Û sal bi sal 

em ji hev dûr bikevin. 

 

Lê ez bi hesreta dîdara wî me

Daku wî di nav destên xwe de 

Ragirim û nîşanî wî bikim

Ku ez li vir im

Û hîş heman zarok im

Êd ne xem e, ku ez 

Kal jî diyar bim.  

 

Dixwazim bigirîm,

Hêstirên xwe wek 

Baranê bibarînim,

Daku ew 

Dîsa karibe bileyize – 

Mîna ku ez 

di zarokatiya xwe de

Li ber baranê 

Dileyistim.