Vê roja gewr di treneke heremî ya ji Berlînê diçê Nurnbergê de rûnîştî me ku biçim serdana hevalên xwe. Li Ukranyayê, me hevdu heftê çend caran didît lê li vê derê şeş mehan carekî em hevdu dibînin. Ez xewê de mam lewma dema min têrê nekir ku beriya siyarbûnê qehweyekî bikirim. Her çi qasî kelecana rêwîtiyê têkeve dilê min jî, hewa îro ber min gelek tarî tê. Tekane tiştê ku piçek reng dixîne vê rojê sofayên şîn yên trenê ne. Ronahî ji pencerê re dikeve li ser rûyê min, çilmisî lê ecêb rewnaq e. 

Çavên xwe digirim û hûrehûr difikirim. Fikrên min wisa xurt dibin ku dibêjî qey ez ê bikaribim wan ji rêhesin re bikişînîm ji Berlînê heya Ukranyayê, bibim bajarê xwe. Dikevin cehl û kortên nas yên taxên bajarê xwe Saporischjayê. Xanîyên heşt-qatî yên bilind, bi dîwarên peritî zer û siyaxjêketî. Xaçerêyeke fireh, gelek lempeyên trafîkê lê û heke hûn vê derê derbas bibin kolaneke fireh derdikeve li pêşiya we. Zikê min qurequrr kir û ji nişke ve logoya zencîreyeke ATByê ya li ber xanîyekî kete bîra min. Min ê êdî li wê derê kateya çikolotayî û kurabîyeyên gewrek bikirîyana. Li ber kasê bi zimanê Ukranî silav dane min û ez beşerxweş bûm ji ber ku xweşiyek e ku zimanê tu yekser fehm dikî bi te re bê axaftin. Hema ew bû ku ji dikanê derkevim min ambalaj ve dikir û kate gez dikir. Dema du mêrik kêleka min re derbas dibûn, yekî wiha digot: “Belê… Êdî her çi be!...Tu fehm dikî da, zeman zemanekî reş e…” “…Ez fehm dikim”, wiha difikirim û tînim bîra xwe ku ez Rusî ji zimanê Ukranî baştir fehm dikim. 

Ji vê lehzeyê pê ve temamiya bala min diçe li ser vê têgihîştinê. Ez dosyayekî bi sernavê “Ziman, Nakokîyek” ve dikim. Desteyek kaxiz derdixim û sernavan dixwînim “Ziman -DNAya neteweyê ye?”, “Ji zimanê min î hezkirinê êdî tê nefretkirin”, “Ramanên bi deng tên gotin û di sêrî de dimînin.” “Ka ez ê çawa bi dijminên xwe heman zimanî bipeyivim?”, “Ziman yê dijminê min e?” “Hikûk, makeqanûn, dîskrîmînasyon, kêmîne”, “Ma ez kêmîne me?”, “Ez gelo dikarim ku du zimanan qasî hevdu hez bikim?”, “Çima ev mijara ji bo min wisa girîng bû?”, “Zorê min dikin yan ji dilê min xwe tê?”

Desmaleke neban a şîn ji stûyê min weliya û her ku diçe tengtir dibe. Êdî hema bibêje nikarim nefesê hildim. Wê xulekê min destekî germ î baweriyê dide li ser çonga xwe hest kir. 

Dengê jinekî dibihizîm ku dibêje “bibore, tu baş î?” lê rûyê wê nezelal e. Hêsirên xwe paqij dikim û cardin wê dinêrim. Li hemberî min, aliyê pencerê rûniştîye. Jineke bedew, dibe ku 35 salî be, porê wê yî tarî-qehweyî ji destê kûaforekî baş derketiye, dêreyekî bi mil, etega dêrê şîn-tarî yê hevirmiş li xwe kiriye. Kenek li rûyê wê, bi baldarî nava çavên min dinêre. Nefeseke kûr digirim û paşê “belê, bibore, ez baş im.” “Dizanî, bi min wisa tê ku divê mirov bêtir bi hevdu re bipeyivin, bi gelemperî demên wiha de. Ger tu bixwazî ku min re bibêjî gelo çi te wiha xemgîn dike, ez ê bi kêfxweşî te guhdarî bikim. Berra, navê te çi ye?” “Anastassiya” dibersivînim ez.  Bi nêrîneke gelek cidî min nihêrî û got “pir baş e, lê Anastassiya çi dilê te wisa xemgîn dike?” Dibêjim “ziman min xemgîn dike.” Dipirse; “ziman? Ziman çawa dibe ku xemgîn bike?” Min hewl da ku wiha rave bikim: “yanê ne ziman xwe, lê pêwendiya digel zimên, fehm dikî? Dema ez zarokbûm bi zimanê Rûsî mezin bûm, ez  heft- heşt salî bûm ku nû fêrî Ukraînî bûm. Paşê min çawa bipeyivim wisa jî nivisî. Ûkraînî li dibistanê û Rûsî li malê.”  “Û çi yê vê yekê te aciz dike?” jinik dixwaze vê bizanibe. “Ku min heya niha hemû caran evîniya xwe bi Rûsî aniye zimên. Hemû helbestên min bi Rûsî ne. Hemû fikr û ramanên min Rûsî ne lê niha ez neçarim ku bi zimanekî din bifikirim û bipeyivim, heye na ez ê nebim Ukraînîyeke berra. Ez tu carî fehm nakim ku çawa hemwelatîbûna min û zimanê min bi hevdu re dibin nakokî. Çima ez nikarim hema wek xwe bim?” “Ev pirseke baş e.” Wiha dibêje jinik. “Lê pirseke min heye ji bona te.” Bi dilwazî dipirsim “çi pirsa te heye?” Ew dibêje “tu ji zimanê Ûkraînî hez dikî?” Ez dibersivînim “belê, bawer dikim ku jê hez dikim.” Cardin dipirse “tu ji zimanê Rûsî hez dikî?” “Belê” dibêjim. Jinik birûyên xwe ra dike û dipirse “yanê tu bi her du zimanan jî dipeyivî?” “Belê, lê ez neçar dimînim ku tenê yekî bipeyivim û ya ku min xemgîn dike jî ev e!” Jinik dibêje “hêjayê, di vê jiyanê de her tim hin kes wê hewl bidin ku te neçarî tiştekî bikin lê bi baweriya min ya girîng ew e ku em ji fikr û ramanên xwe bawer bikin. Ne wisa? Tu ji vê axaftinê çi fehm dikî?” “Dibe ku ez her du zimanan jî hez dikim û ne neçarim ku yekî ji wan hilbijêrim. Lê wê çawa be gelo ji ber Rûsî lome min bê kirin?” bi tirs dipirsim. “Hêjayê, mirovên din çi qasî lomeyan te bikin jî nikarin zirarê bidin te, lê dema tu xwe lomeyan xwe bikî, ew zehmet e. Meriv heke zimanê zarokatiya xwe red bike, wê çawa bikaribe jiyaneke aram bijî? Meriv çawa dikare zimanê ku li dibistanê gotar pê nivisînê paşê red bike?” van pirsên wê yên dawîn beşera min xweş kir. Ez bêdeng, serê xwe ba bikim.” Veca baş e, çi ji bo te girîng be, tenê xema wê bike. Jiyana te ji her tişteke din girîngtir e. Tu çawa rast bibînî wisa bijî. Dawiya şer û cangan nayê. Bi nêrîna dîrokî pir zehmet e ku ji şer û cengan destketî derkevî, lê bi nêrîna şexsî meriv dikare ser bikeve. Û ya baştirîn jî ew ku meriv tu carî bi xwe re nekeve nava şer û cengan, hêjayê, jixwe wê gelek kêşe û nakokî derkevin pêşiya te, tu bi xwe re baş be. Tu pişta xwe bigire.” Û bi van gotinan berê xwe dide deriyê derketinê, dema ku ez wê bi awirên xwe dişopînim te bibêjî di şînahiya sofayên trenê de dihele, winda dibe û diçe. Paşê, ji wê bi tenê gotinek hişê min de dimîne “tu pişta xwe bigire!”