Bahadȋn Akhan
(30)
→ potreyên kurt
Muş | Nordkurdistan
Bahadin Akhan li Mûşê, li bakurê Kurdistanê, ji dayik bûye. Ji zarokatiyê ve, wî ji xwendin, fêrbûn û hînkirinê hez dikir. Ji ber qedexeya li ser zimanê Kurdî li Tirkiyeyê, ew neçar ma ku hemû perwerdeya xwe ya dibistanê, ji dibistana seretayî heta ya navîn, bi Tirkî biqedîne.
Piştî ku lîse qedand, wî bihîst ku li hin bajarên Kurdistanê beşên ziman û wêjeya Kurdî hatine damezrandin û biryar da ku xwendina xwe bi zimanê xwe bidomîne. Ew ji Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê bi dîploma ziman û wêjeya Kurdî mezûn bû û mastera xwe ya li ser ziman û çanda Kurdî li heman zanîngehê temam kir.
Ji ber qedexe û kêmbûna derfetan, wî nikarîbû li welatê xwe ders bida. Ji ber vê yekê, piştî ku xwendina xwe qedand, di warê ziman û wêjeya Kurdî de bi gelek sazî, rêxistin û weşangerên Kurdî re xebitî. Ew di warên weşangerî, edîtorî û rojnamegeriyê de çalak bû.
Helbest, çîrok û gotarên wî di kovar û rojnameyên cuda de hatine weşandin. Di sala 2022an de, wî xelata helbestê ya di pêşbirka Arjen Arî de wergirt. Helbestên wî di pirtûkekê de hatin weşandin. Ji ber sedemên siyasî, ew neçar ma ku ji welatê xwe derkeve. Ev sê sal in li Berlînê dijî û dema ku Elmanî fêr dibe, bi awayekî online zimanê Kurdî hîn dike. Ew niha jêhatîbûnên xwe ji bo hînkirina zimanê Kurdî li Berlînê baştir dike û dixwaze xwendina xwe bidomîne.