gava diwestim ji dîroka tenêtiyê
rûyê te tê xewna min dixemilîne
rûyê te. dexmeya hebûna min e.
bi hêviya ramûsanê aş dibim,
kenê te hingê xema min direvîne,
gava tu xeber didî bi vî zimanî,
bi hunera min a herî newaze.
û hizra te bizrê ruhê min e, lew
ruhê min tim ruhê te dixwaze

belê Ala,
ez ji zemanekî dûrî te, dinivîsim bo te.
wisa dûrî xwe. l’ber taldeya hezargehê.
min niha pişta xwe daye hezê û lê hêwiriye
hizra çêbûna te. û bedew û xwerû,
mîna awêneyeke dilsoz tim li pêş min
berceste dibe bejna te ya nola qalçîçekê.
zanim hê siyên me dirêjî hev nebûne.
derwazeyên zivingên pêxemberhez
hê jî li ber me venebûne. yên bi pîrepind.
ji bîrên zemanî çîqê me nakin demgerr.
li tu gerdûnî paralelî hev nabe xema me.
te bi serê min sond nexwariye. min bi dilê te.
axir zanim têhna te şîrika herherê ye,
fezayê dihewîne çavên te. reş.
dengê te ruhê min dike bedenê.
laş qefes û sandoqa newayê. û mirtivek
fîxana min bi xerçengê ve darda dike.
zanim bîriya te mîna gewhera mirwariyê. ya gerdûnê.
zanim ez ê sibê tetên te bigirim û bigerim.
li warê xwe. yê geş. bi ruhekî asûde. bi dilekî baristan,
bibuhirim ji niha, serefraz wiha, çi xweş.

belê Ala,
min pişta xwe daye surra penabîriyê
lê ez hê jî ew merendera kurdica me.
li kirrên Tukh Manukê aj didim. rehên min li Zagrojan.
li te difikirim hê jî, li Asha û serencama hebûnê
tavilê xema min nola gulşilêra kardoxî. xemrû.
û tu hê jî xemrevîna min î. fenanî newroza kurdî
tu li welatê min î. welatê min tu yî. berz li asîman.
xwîna min we li asoya dûriyê mohr dike dû re.
nizanim ez çima ji xewna dubare dikevim û
li xewna ketinê dubare dibim. nepeniya erjeng.
nizanim min çend kiras guherî seva bibim bavê te?
seva te ev çend sal in lava dikim her ro?
nizanim ez ê kîngê vehesim bi çavên te yên dişibin (e)frînê
nizanim çima tim av didim Asmîna li ber paceyê?
û reşebîya li kewşenê, azadiya li çiyê ya tik û tenê?
çima wiha qayîm kîp bûme li perwazên Kurdistanê?
nizanim çend salî ye çîroka me ya bindestiyê!
a bêşîn. a bêşûn.

aya ev çi çeşn, çi şêwaz e?
kî dê bêje, ev çi hez, ev çi raz e?
çima ruhê min tim ruhê te dixwaze
çima ruhê min dê tim ruhê te dixwaze