Xewna Ala ya berze
Xenîmê min dibe
loma digirîn bi henaseya pêşîn re
devê min didirû mirineke zer
ziman li min dike jehr, ew dewleta rûçolter
lal dibe lorîka diya min dû re
dû re bab li çiyê bîr dike îmana xwe
li mêrga mêrane ya mirinê
dû re dişkê li şarê şaristaniyê baweriya bi kevirê seqî
û xera dibe efsûna şengebiya li şahnişînê
vîn vemirandin, kam kul kirin, sond pêpeskirin
li arasa vê meydanê
zal bû tarîk li ruh, reş xitimî rûyê min li xewnê
ez hunera ecûzeya zemanî
min anî xwe li vî zimanî danî
Niha di paşila xeribîyê da
Deriyê tenêtiyê bi ser xwe ve dadidim
Min xitimcarî kir ferhenga çend zimanan
Kîp dibim di xewna kurmancî ya ewil da
Zirze dikim bîra zemên wisa
Xem davêje dil, zeman, ziqqum ziha
Jiyan min israr, mirin esrar, bêdengî bûye kimya li vir
Ez ecûzeya zimanî
Min anî xwe li vî zemanî danî
2023 | Bahadȋn Akhan | Tirkiye