Ez ê çawa behsa te bikim?
Ji ku dest pê bikim, ji axa te yan dayik û zarokên te?
Ez nizanim hestên min bo te çi ne.

Kîn – Xezeb – Zilm

Kîna wan kesên ku
Mala me
Zaroktiya me
Û xeyalên me dizîn.

Êşa miroveka vemayî
Ya ku rabirdûya xwe
Û welatê xwe ji bîr nekirye
Û ji bîr nake.

Me çi kiribû
Ku em ji zevî
Û ji malên me qewirandin?

Destûra ji dayikbûnê
Û jiyanê dane me
Lêbelê li welatekî ku ne yê me ye.

Û me ji wan welatan hez dikir
Ew ku ne welatê me bûn.

Ev jî rewşa me ya kambax e
Welatê me hat dizîn
Mal wêran bûn
Dayik hêstir barandin.