sala 1996an, li navçeya Mûşê, li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Wî di temenê xwe yê piçûk de di ber xwendinê de dest bi nivîsandinê jî kiriye. Piştî demekê ew kete ferqê ku êdî ne ew dikare dev ji xwendin û nivîsê berde ne jî ew dixwazin dev ji wî berdin. Di bin zor û zexta dewleta tirkan de wî bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nedît û mecbûr ma zimanê tirkî fêr bibe. Dema bihîst ku li Bakurê Kurdistanê beşên Kurdolojiyê hatine vekirin, wê gavê wî dev ji her tiştî berda daku bikare wê beşê bixwîne. Dû re wî bi temamî berê xwe da xwendin û nivîsîna kurdî. Di hinek kovar û rojnameyan de çîrok, helbest û nivîsarên wî yên akademîk hatin weşandin û xelat wergirtin. Herwiha ew weke editor û rojnamevan jî xebitî. Bahadîn di dawiya sala 2022an de ji ber zextên dewletê û hin rewşên taybet neçar ma ji welêt derkeve û bibe penaber. Ji sala 2023an vir ve Bahadîn li Berlînê dijî û dixwaze zimanên nû fêr bibi û xebatên xwe yên edebî li vir jî bidomîne.
Bahadȋn Akhan
Muş, Tirkiye