Fevzî Çetîn di sala 1986’an de ji dayîk bûye û ji bajarê Rihayê yê Tirkiyê ku piranî Kurd lê dijîn e. Ew di warê siyasî de pir çalak e û bi edebiyatê re jî eleqedar e; Ji destpêka 20 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbest û kurteçîrokan kiriye. Fewzî bi Kurdî, Tirkî û Almanî dizane û endamê PENa Kurd e. Di sala 2018an de hatiye Almanyayê û niha tevî malbata xwe li Berlînê dijî.