Behna dar û baxçeyê me
Behna kevirekî çiyayê me
Behna kolanên warê me
Kolanên ku her roj em yek bi yek dihatin kuştin
Behna cilên zarokên wendayî
Behna laşên miriyên me û dayik her roj li kolanan behna zarokên xwe digeriyan
Behna veşartî,behna brîn û hestiyên wendayî ên hezar çîrokan
Deh salane dayik bi war û hawar bi behna wan ji xwe re hêviyek ava kirine
Hêvîyek ku rojekê parçeyî wan î wenda vegerin
Navê lêgerîn û behna wan hêvî bû
2024 | Fevzi Çetin | Tirkiye