Em zaroktiya xwe de her roj
Bi şîretên Dayikên xwe mezin dibûn.
Bi çîrokên Agirê kozikan de
Wateya rojên me reng û reng dixemilîn
Li erdnîgariya Mezopotamya agir pîroz e
Nîşaneya Azadiyê û Mizginiya serkeftinê ye

Di şevên me yên tarî de çêrûskên Agir hêvî dida zaroktiya me
Bi şewqa Agir
Me zêdetirîn hebûna xwe ferq dikir
Em ronahiya Agir bibûn
Parçeyek vê Gerdûnê
Agir bibû ristên serpêhatiyên şevên direj
Hidî di nav cîhanê de navê heqîqeta me bibû zarokên Agirê Roj ê...

Piştî sed salan
Agir bibû parçeyek çîrokên Me
Çîrok jî bibûn
Nasnameya dîrokên me...