li ser xetên hesinî hatiye ristin
çarenûsa çivîka kor û nikûlkê egîdiya min.

xwezî kundekî bêyom bûma li xirabeyan
xwezî dengbêjekî sergewher bûma
li kolanên şaristaniya zereka zer.
mirinê qal bikira ji kevotkên bêsitargeh ra
çend şîretên rast li van rêyên xiloxarî bikira
û ji rêwiyên tenê ji bo çend rojan tên vî bajarî re bigota
li dewsa lingên we siberojeke qetrankî eyan e.
hûn çima hatin keleha mirinê?
mexberê Yehova ne li vir e!

eger me behsa mirinê kiribe li jor û
em derketibin ji borangeha bêmirazan
dêmeg me çak xitim kiriye hemû mishefên jiyanê
dêmeg li ser nafika diya me tilî-pêçiyêd tu Xwedayî nagerin êdî
dêmeg ez dişêm xwe bîr kim li taldeyeke U-8ê
bi xwe re bigerînim bêhna hemû Obdachlosan.
dest û lingên qopbûyî, hebe çend kîlo kirkirkên êzidiyan
nebe Puebloyeke qîçik ya miraran, çend çarşefên çiftexas û hema giramek THC belkî.
belkî rojnameyên pirtî pirtî ji tiş