Daniel, niha dixwazim ji te ra bibêjim ka çima em hatine vê derê, Berlînê.

23'ê Sibatê bû. Wê demê, saet 10ê êvarê bû,
agahiyên pêşîn gihiştin destê me, ku rewşeke xeternak li pêşiya me ye.
Roja din sibehê min hemû nûçe guhdar kirin.
Tişta ku min bihîst, ez mat hiştim.
Şer dest pê kiribû.

Ez bi lez çûm marketê.
Min bi qasî ku karibim hilgirim danûstandin kir.
Bavo benzîn peyda kir.
Pênc saetan li benzînxaneyê di rêzê de mabû.

Daniel, min ji te re negot dê ka li derdora me çi qewimîbû.
Tu hîn pir biçûk bûyî.

Li jêrzemîna malê min ji balîfan re cîh amade kir.
Min hemû belge, kaxez kom kirin û xwarin qût kir.
Ji bo her ihtîmalî.

Di 3ê Adarê de bombe barîn.
Divê em bi lez derketana.

Em neçar man kalikê xwe li pey xwe bihêlin.
Heta niha em qet veneqetîyabûn.
Mînîbuseke moldawî em birin ser sînor.
Rêya ku serê şexsê bi 50€ yî bû bi carekê bûbû 600€.
Piştre em li trena Berlînê siwar bûn.
Xaltîya te li wir dijîya, xwîşka min.
Di dema herî xeter de em hewandin.
Di wê demê de zarokek wê çêbû û rehmet kir,
bi tenê du rojan jiyabû.

Bêşansî bûbû para jiyana me.

Te di jiyana xwe de weke wê rojê
qet negiriyabûyî.
Birayê te wê demê wek deryavan xizmet dikir.
Gava birayê te ji sefera xwe ya keştiyê vegeryabû, dilê te aram bû.
Di dawîyê de tu çûyî dibistanê.
Kêfa te ji wê dihat.
Û piştre Berlîn jî.

Piştî neh mehan, bapîrê te jî hat.
Ew nexweş e.
Weke ku gotin, ew êdî bi kêrî şer nayê.

Di dawiyê de em dîsa bûn malbatek.

Daniel, tiştek weke van tiştan
Dijwar nebû.
Min li ber xwe da.
Ji bo we.
Ji ber ku min dizanibû, ku li vir dê her tişt baştir bibe.
Ji wî cihê ku niha bombe lê dibarin çêtir e.