Li ber deriyên bihuştê civiya bûn û dikirin qêrîn
Û qêrîna wan
Weke qêrîna kesên ji rê derketî
bênasname bû.

Jiyana xwe bê bawerî derbas kiribûn
Ew kesên ku bêteref bûn û aliyek negirtin
Cihê wan niha ne di bihuştê de û ne di dojehê de heye
Û di gerdûnê de wekû gerstêrkeke ku ji rêya xwe dûr ketiye digerin.

Welatê wan ne textekî germ bû
Û penaberî ne daxwaza wan bû
Divê baweriya xwe bi welat neanîna
Lê gelekan bê ser û çav baweriya xwe lê anî.

Dilê xwe ji wan negirin, ew nema dizanin
Ku em ne em in
Me çi li ber xwe dîtibe em ew in
Ew tiştê ku pêşiyê me ragihandin me
Piştî ku behr ji hev hate veqetandin.
Goristan cihê pêşiyan e
Rê ji bo zindiyan jî vekin
Yên ku welatê wan bûye goristan.

Welat goristan e
Ezîzê min, tu li vir berî ku ji dayik bibî dimirî
Ewê bi şanazî li kolanan dimeşe
Tenê perçeyek goşt û hestî ye
Dîwarên malan rondikan dibarînin û her saniye
Mirina xewn û xeyalekê vedibêjin
Û bêcan in şêniyên malê.

Ez digerim lê ew tiştê ku keştiyên min lê digerin
Ba bi xwe re nayîne
Lewra ev gerstêrk ne bêqisûr e
Rûbarên bêdawî li vir naherikin
Û Îblîs li vir azad direqise
Di wê dema ku herdû melayiketên li ser milê min
Her tiştî dinivîsin.