Eb Mahîr Felafilfiroş e. Ev çend sal in nexasim van mehên dawî ez xewnekê dibînim û dema şiyar dibim hergav birçî me. Pirr birçî me. Exlebê rojan serê sibehê heta saet sisêyan birçî nabim. Ji xeynî wan rojên ku vê xewnê dibînim. Di wan rojan de dema şiyar dibim ji birçîna dimirim. Wê çaxê ez li tiştekî xwarinê digerim. Di wê xewnê de ez li dukana Eb Mahîr im û bi hûrgilî her tiştê wur tê ber çavê min. Cama şikestî ya maseyê û li pişt wê tasên seleteyê, yên bacanê sor, xiyar, tirşîn û sosa mast. Tiştên weke gemara li dîwar ya li pişt taweyê jî tên bîra min. Tenê dema şiyar dibim kêliyekê nizanim ka ez li ku me. Lê dema ez xewnê dibînim ez ji Eb Mahîr sandvîçeka felafilan dixwazim û ew jî, weke ku ji dil be, dest bi çêkirinê dike. Pêşî radije nanekî û felafilan di nav de diperçiqîne. Sosa wê li ser dike, şênayiyan dixê û paşî qaxizê rojnameyekê lê dipêçe. Berî heftiyekê dîsa min ew xewn dîtibû û ev car zanibûm ku xewn e û ez ê nikaribim wê sandvîçê bixom. Ji ber wê min di xew de biryar da ku ez ê 500 sandvîçan bixwazim. Dibe ku yek ji wan rêya xwe şaş bike û bigihîje min. Ez şiyar bûm, mîdeya min êşiya û ez birçî bûm. Min raşte telefona xwe û sandvîçeka felafilan ji Lîferando xwest.
2023 | Mohamad Zahra | Sûriye