Rûyê te yî xweşik, ew kenê te,
bîst û pênc salê min ji bîra min dibe.
Ka ez çawa hinarikên te ranemûsînim,
ew min fît dikin ku terka bihûştê bidim.
Ew tîliyên ku li stûyê min wekî perperikan dilîzin,
ax ma ew nikarin li wê derê her ji xwe re kêf bikin!
Dema ramanên te dapelîn ketine nava yên min,
dilê min mêvanê xwe bi sernermî wergirt hindur.
Heya niha ez ji vexwarinê têr nebibûm,
ne bi bîrayê, ne şeraba kevn a tehmxweş.
Niha lêvên me bi hevdu diqelibin,
û ev cûreyek qedeha herî xas.
Ez ji te hez dikim û wateya hezkirinê hînbûn e,
mîna çawa ku zarokek hê jî diçe dibistanê.
Mîna xortekî bê ser û ber digere li kolanan,
gelek caran winda dibe, tijî bi evînî û tevlihevî.
Ew î bi dînî dinivîse mîna çivte-çivta çivîkan,
û tevlihev dike pîvan û beşavendan.
Ew î rûyên qermiçî dibîne li sûkan,
û xeta xwe dikişîne li pişt her xetê.
Tu yî, ew a her tiştî de xweşikiyê min nîşan didî,
min, ew î ku heya nebîne baweriyê pê nayîne,pak dikî.
Min hembêz bike, sîya min ji zû ve kal bûye,
nişkavî bi gelek salan kaş berkaş bûme.
Ji min hez bike, ew î ahengê hez dike, ji zilmê direve,
û kêfa wî bi topkirina valêzan re hîç nayê…
Hembêz bike çi welat be, çi nîsan be!
Çi melodî û kêfxweşî, û çi sitraneke evîniyê!
Min hembêz bike, jixwe bengîyê te me,
çi ji dewsa wê digire ku mîna zivistanê gulekî hembêz bikî?
2024 | Mohamad Zahra | Sûriye