Berlîn bajarekî vebijêr e û niştecihên xwe bi baldarî hildibijêre. Heke hûn hewl bidin ku bi zorê xwe bisipêrin wê, ew ê we tenê bike, birçî bihêle, bicu, tû bike û bavêje nava kolanên xwe. Wê tu carî dilê xwe bi te neşewitîne.

Vî bajarî salên min daqultandin, hêz, arezû û kelecana min mijand. Min wisa tê ku mîna qesran li hewê ava dikim. Hindik maye bê em ê kinyê bikevin cegera wê û bikuxin.

Lê belê xem nekin, ez hêrs nîn im, hez dikim ji vî bajarî. Li ser rûyê dinyayê tu ciheke din tunne ku ez dixwazim lê bim. Axirî li vê derê, êş û azarên biyanîbûnê hewcedariya min a xweseriyê têr kir û bû berxwedanek, bû parçeyek nasnameya min.

Vê yekê derxist holê ku wateya “entegrasyonê” êdî wek “jidestberdan” tê dîtin û ev tişt bîzê min direvîne. 

Heke alîgirên mijarê entegrasyonê wek “perwerdekirina barbaran” pênase bikin, bê ka meriv çawa bîzê xwe jê neyîne?

Lewma jî cihêtîya min bû cûreyeke serhildanê. 

Berlîn, Îlon 2015

Gava min û birayê xwe, xwe gihand li ser sînorê Almanyayê, em hildan bin çavan û birin digel 200 kesên din li cihekê niştecih kirin.Piştî hefteyekê em şandin Berlînê. Wê rojê ez serdanpê kelecanî bûm: heman rojê piştî nîvro divê tren biçûya Munihê û ji wir re berê xwe bida Berlînê. Me ji paqijvan du poşêtên sergoyê ji bo eşyayê xwe xwast. Wî ji binê erebeya destan du poşêt derxistin û dan.

Me eşyayê xwe kir poşêtan, em çûn îstasyonê û me berê xwe da Munîhê. Li peronê em ketin nava mirovan, ji aliyêkî revîn aliyê din da ku em rêya xwe bibînin, me xwe nikaribû bilêt û kaxizên şandinê bixwenda lê me nîşanî mirovan dikir: mîna çawa me xwe davêt bextê wan.

Bêyî ku em lehzeyekê bifikirin, me berê xwe da Berlînê; me cil û bergên xwe yên sitarpêketî ji deryayan re, ji çil çiyayên rojhilatê ewropayê re derbas kiribûn û  di poşêtên şîn ên şefaf de li destê me bûn.  Ser guhên me qey mirovên wagonê de metel hîştibûn. Hîç nizanim gelo wan awirên wan ên tûj çi digotin. Çavdêrê bilêtan em li dawiya wagonê dîtin, hat û bi kubarî bilêtên me pirsî. Wekî carên berê min hemû kaxiz radestî wî kirin û hîşt ku ew nav re hilbijêre.

Bi destên xwe ve nîşan de ku em li Wagona Rêza Yekem sekinî ne. Me da li pey wî, em çûne wagoneke din ku hinekên din ên bi poşêtên pilastîk lê sekinî bûn. Me kursîyên vala dîtin û em rûniştin. 

Gava em nêzikî Berlînê bûn, ez û birayê xwe, em rêwiyên dawîn ên bi poşêtên pilatsîk bûn. Jixwe şev nîvê şevê bû.

Birayê min “em çawa wan ên ku hatine pêşiya me nas bikin?”

Ez “bêguman wê tabela an tiştekê binivîsînin da ku em wan nas bikin!”

Ya bi rast, tu kesî soz nedabû ku ew ê li Berlînê bê pêşiya me, me ji îstasyonê hilde.

Lê ev yek ji me wek tişteke xweberê dihat. 

Axir kê du kesên rê û zimanan nizanin, bêrîka wan de pere, telefon yan jî adrêsek tunneye, dixe treneke dereng a nîvê şevê, dişîne paytexteke mezintirîn Ewropayê? Bêguman keseke li benda me be! “Ev der Almanya ye, ma tiştê wisa dibe birako!” min bi xwebawerî got. Tren sekinî, derî ve bûn. Ev gavên me yên pêşîn li Berlînê bûn.

Em ji deriyên trenê hinekî dûr ketin. Me li aliyê rastê û çepê nihêrî, em ji wan ên teqes li benda me geriyan lê piştî demekê xêynî me tu kesek nema li platformê.

Birayê min “tişteke wiha çawa dibe? Hê jî tu kesek tunne ye!”

Ez “navê xwedê bikim nizanim! Tirsa min ew e ku nizanibin em ê ji kîjan alî peya bin, lewma jî ciheke din li bendê bin”

Birayê min: “he kaxizan binêre, gelo nanivîse ew ê li kû derê li benda me bin.”

Ez: “ji bo çi? Ka ez dikarim bixwînim? Ez ê yekî ji wan ên bi cilbergên zer bipirsim.”

Ez çûm min bi îngilîzîyeke mitewazî ji wî got: bibore ezbenî… Pirseke min heye… Em ji wan kesên divê me ji îstasyonê hildin digerin. Em ji Munihê şandin vê derê.”

Merivê bi cilbergên zer got “haya min tiştekê tunne. Ka bisekine ez ji beşa agahiyê bipirsim û bêm.”

Vegeriya hat û ji me re got ku tu kesek li vê derê ne li benda we ye. Bi tilîya xwe nîşan da adrêsa divê em biçûnê; 

Turmstraße 21

10559 Berlin

Û mêrikê bi cilbergên zer hîşt û çû. Min bi perîşanî li adrêse dinihêrî: “lê meriv çawa diçê wê derê?”

Şam, Havîna 2014an

Ez şanzdeh salî bûm. Wê rojê ez çûbûm li kolana At-Tilyani.

Hoste got: “Ab Zahra, han vî pereyî hilde, têkeve odeya han, bijimire û vegere warê.”

“Hoste li vir 250 hezar heye.”

“Baş e! Tu fabrîkeya Abu Şûkrî nas dikî? Biçe li wê derê, bila pera li ber çavên te bijimêrin û meqbûzê jî bidin te.”

“Ez nizanim febrîkeya Abu Şûkrî li ku derê ye.”

“Hema berjêr biçe Meydana Maisātê, tu yê wê derê dîkana sandwîçên kartolan bibînî, ji wê derê re berbi jor biçe, paşê têkeve kolana yekem a milê çepê, li pişt xaniyê îstixbaratê, du xanîyên fabrîkê li wê derê ye. Ji dêrî ve têkeve hindûr, biçe qatê jêrîn û ji wî re bibêje “Hosteyê min ez şandim, ha ev pereyê we ye. Divê hûn meqbûzekê bidine min…” û divê ew modelên nû bide te. 

“Baş e, ez ê bikim!”

Berlîn, Îlon 2015

Ez xwe bi xwe hizirîm “van nimreyên jehrnavketî çi ne?” û li hevokên qaşo gerê adrês be nihêrî. 

Em li vê derê ne. Ez û birayê xwe li îstasyona navendî ya Berlînê sekinî ne. Li Şamê jî nimreya her xanîyekê heye. Lê her tim ji dewsa nimreyan taybetmendiyeke din tê bikaranîn. Cem me, bo nimûne heke tu li sûka Masākin-Barzeh 3ya bijî, tu yê bibêjî “ez li ber sûka Masākin-Barzeh li ser dikana derpîyan dijîm. Li Şamê mal û sûk, heya navên mirovan xwe jî bi îşaretên din jî tên binavkirin. Bo nimûne dikana Abū n-Nazlas. Lê ji bo çi? Çima gelo ev yek wiha dibe.Ji ber ku hejmara bêyî tu taybetmendî an jî wateyên olî, çandî an jî coxrafî ne? Ji ber vê sedemê digel me bernav girîng in. Gava hûn kesekî nû nas dikin, ew ê bernavê xwe nebêje. Ew ê xwe wek “Ehmed”, “Elî” an jî “Zīdān” bide nasîn. Lê piştî demekê tu yê van kesan wek “Ehmedê wek sekûrity dixebite”, “Elîyê şêwirmend” an jî “Zīdānê şalwarxwekirî” binav bikî. 

Ez û birayê min, em derketin derve.

Li kolana aram kêm mirov hebûn. Çend mirovên bêmal li kêleka îstasyonê radizan. 

Birayê min “baş e, veca em ê niha çi bikin?”

Ez “navê xwedê ez jî hema wekî te nizanim.”

Ya ku me nizanibû ew e ku me dikaribû nîv saetî de bi peyatî biçûna wê derê. Lê înterneta me tunne bû. Lewma min hewl da ku bi ingilîzî ji rêwiyan bipirsim. Lê hemû pir lezgîn bûn û şêwaza wan a tarîfkirinê nezelal bû. Min ji hemûyan pirsî. Lê gelek ji wanan heya zehmet nekir li rûyê me binêrin, her dizanin ku em bêmal in û parsekiya pera dikin lê em bêmal bûn û me parsekiya agahiyê dikir. 

Nêzikî saetekî em li der dorê geriyan heya ku em li ber xaniyekî sekinîn. Li ser xênî “Polês” dinivisî lê min berdevamiya wê fehm nedikir ji ber ku bi almanî bû. Min ji zengilê dêrî xist û dengekî bi almanî tiştek got lê min helbet tu tişt jê fehm nekir. 

Min bi îngilîzî got: “Em penaberên ji Suriyê ne. Em ji Munihê şandin vê derê, em winda bûn û me cihê razanê nedît.”

Deng navbirriyê dide gotinên min “hûn dizanin ku ev der zîndan e?”

Ez “na, lê gelo em dikarin îşev digel we razên?”

Dengê ji telefonê tê “bêguman na!”

Me gotina rêwîyekî kir, heya xaçerê rasterast çûn û me dîsa pirsî. Li xaçerê mêrikek derbas dibû, min ew da sekinandinê û ji wî pirsî. Wî ji me nihêrî û pirsî “hûn bi erebî dipeyivin?”

Min bersiv da “bêguman, em ji Sûriyê tên.”

Mêrik: hahahaha veca çima bi min re bi erebî napeyivî! Ma xuya nake ku ez ereb im?

Gerçî min êher kesekê bêyî poşêta şîn re bi ingilîzî bipeyiva, lê belê min got “belê belê, min fehm kir tu erebî, ji xêra xwe hela vê adrêsê binêr e! Em êvarê pê de vê adrêsê digerin, em ji Munihê şandin vê derê.”

Mêrik adrêsa li destê min mêze kir û got “kul lêkeve! Ne ev veca adrêsa Sosyalamtê ye. Hûn çima hê zû nava rojê de nehatin?”

Birayê min “veça tu me bilêtên xwe birrîn! Wan bilêt ji bo me birrîn û berê me vê saetê de dane vê derê. Em şevê saet yekî de gihîştin vê derê!”

Ez “ev sosyalamt çi ye?”

Mêrik “belkê xwedê wan korr bike! We derveyî saetên kar dişînin li ber derê sosyalamtê?!”

Ez cardin dipirsim “yaw sosyalamt çi ye?”

Mêrik “ka werin ez we bibim kampê. Îşev baş razên, sibê biçim sosyalamtê daku ji bo we ciyê mayinê bibînin. Sosyalamt hema li pişt kampê ye.”

Hema wisa em çûn navenda kampê. Gava we ji derve ve binêriya ew der dişibiya navendeke karantînayê an jî laboratuwareke lêkolînê ya li nava çolê hatiye danîn. Dema em ketine hindur, rewşeke sosret hebû: cihên biçûk bi çarşefên spî ji hevdu hatibûn dabeşkirin, ronahiyeke spî ya xurt, li her cihekê mirovan radiza. Me hewl dida ku bêyî pêlî tu kesî bikin, mîna çawa ku meriv di labîrentekî de rêya xwe bigere, em diçûn. Mêrikekî nobedar em birin li quncikekî ku du kesan xwe dirêj kiribûn û sohbet dikirin. 

Ez û birayê xwe ketin hindur: “As-salāmu ʿalaikum.”

Wan bersivand: “Wa ʿalaikum as-salām.”

Me poşêtên şîn avêtin li kêleka cihan.

Em bi bedenî û zehnî gelek westî bûn lê dîsa jî rihetiyek kete canê me, ji ber ku em digel gelek mirovên din bûn ku hemû li benda destpêkeke nû bûn. Xebatkarê ewlehiyê got: gerçî cihê vala digel me tunne lê ji ber ku îro hûn nû hatine, em destûrê didin ku hûn li vir razên, lê sibê zû divê hûn biçin sosyalamtê. 

Min ji hevalên li qawîşê pirsî “ev cihê jê re dibêjin sosyalamt çi ye?”

Wan “ji bo ku ew bikaribin ji bo te maleke mayînde bibînin, divê tu li wir sêrî bi îlticayê bidî.”

Birayê min pirsî “aha yanê niha hûn kirine li wê derê?”

Xortan gotin “na, em tenê îşev li vê derê ne. Em ê jî serê sibê biçin sosyalamtê û paşê navbera du saetan de em ê biçin ciheke din.”

Van her du hevokan gelek pirsên din bi xwe re çêdikirin. Bo nimûne: çawa ku yanî hûn li vir radizên û her roj diçin sosyalamtê? Û randevû çawa dibûn, yanê serê sibê saet 4an de divê em biçûna yan?

Lê em gelek westî bûn û bersivên gelek pirsan ji bona demeke din man. Em ketin xeweke kûr. Gava saet bû neh, em ji xewê rabûn, me poşêtên xwe yên şîn hildan û em dîsa derketin li rê. Li ber deriyê navenda kampê nexşeyek dane li destê me ku nîşan dida em niha li ku derê ne û em ê rêya sosyalê çawa bibînin. Lê belê gava me xwe gihand wê derê, xuya dibû ku hewceya tu pirsekê tunne, li çawirdora dinyayê mirov hatine û li benda heman tiştê ne. Doreke ku bi sedan mirov ketine, wisa dirêj dibû û diçû. Li ber xanîyekî din dîsa bi sedan kesan ketibûn dorê, li meydana navêndê bi sedan kes sekinîbûn, li cihê kesk bi sedan kes rûniştî bûn, li ber konên xwarin-vexwarinê sedan kes ketibûn dorê…

Meriv her çi qasî bi baldarî binêr e, ew qasî zêde dorên bêtir didîtin. Me li meydanê ji nobedarekî ewlehiyê pirsî gelo divê em niha biçin ku, wî bi destê xwe dora dirêjtirîn nîşan da. Dawiya dorê heya derva dirêj dibû. Mirov bi awayekî rêk û pêk ketibûn li dorê. Li navê gelek mirov hema wisa li kêleka hevdu sekinîbûn lewma meriv nizanibû gelo dirêjiya dorê çi qas e. Lê belê, destpêkê li ber derê deriyê avahiyê qerebalixiyeke wisa hebû ku, her xwedê pê bizanibe. Heke mirov bi rastî jî li pey hevdu bisekinîyan, xwedê dizane dirêjiya dorê wê bi kîlometroyan biçûya. Mîna çawa ku ev gunehek be û ez bêsucbûna xwe daxwaz bikim, min bi gazinî birayê xwe re got: em ê nekevin vê dorê!

Çoltêra li dora Şamê, Çileya Pêşîn, 2015

Sibê zû saet çar e. 

Dîya min “De ra be, (xwedê ji ser te re nekeve!) zû here bikeve dorê, bila mîna duh dîsa nan xelas nebe li firinê...”

“Ez naxwazim, zehf sar e. Ez ê paşê biçim dikana Abū n-Nazla, wî gotibû ew ê nan bîne dikanê.”

“Li malê ne nan heye, ne tişteke din. Ez ji te re dibêjim ra be (xwedê ji ser te re nekeve!)here nan bikire . Cil û bergên xwe li xwe ke. Jixwe berfê heya çongan avêtiye!”

“Ra dibim, ra dibim… xwedê bela xwe bide vê jiyanê. Her roj dora nan, dora mazotê, dora gazê… veca yek jî van kûzên avê… Xwedêyo tu min zûtir ji vê sosretê xelas bike!”

Ez çar saetan li ber sar û seqemê sekinîm, berf li ser min de barî heya ku min xwe dihand li ber pencera firinê, min serê xwe yî cemidî ji pencerê re kire hindur da ku cemada min bihele û ez serê pozê xwe dîsa hest bikim.

Ji bo gaveke kurt bêhna nan min bi aramî hembêz dike.

Nanpêj “ecele neke ji kerema xwe, nanê teze ji firinê derdikeve.”

Ez “baş e, ecele meke!”

Bandên hesin yên konveyorê li ber çavên min diçin û tên, dengekî metalîk jê tên.Piştî çend xulekan nanên teze li ser bandên derdikevin tên. Nanên somin dikevin li ber nanpêj, ew heft liban dijmire û dide li aliyekî – kesek ji leşkeriyê wê ew hildana. Lê wê ji bo ku derê hilde? Dibe ku ji bo malên serleşkeran. Teqes ji bo dikana Abū n-Nazla nîn e.

Nanpêj: “75 Lîra ji kerema xwe.”

Ez “lê ez sê pakêtan dixwazim.”

Nanpêj “li serê kesekê bi tenê pakêtek!”

Ez 75 Lîra didime destê wî. Ew pakêtek nan davêje li aliyê min û pakêt tê li serê min dikeve. Dema ji dorê derdikevim dibînim ku Ebû'n-Nazl dorê de di sakoyê xwe yî çêrm de cemidî, destên xwe kirine bêrîka xwe, serê xwe bi şarekî pêçaye li benda heft nanê xwe disekine. Ew jî dizane ku hêvîya min û mişteriyên xwe yên din vala derxistiye. Dema vedigerim malê ji ser xala chekpointê re derbas dibim ji ber ku ji her kesê xwedîbext du nanan digirin. 

Sosyal, Îlon, 2015

Em saet 10an de li paşiyê cihekî ketin dorê. Sosyal di saet şeşan de dihate girtin. Em hîç pêşve neçûbûn. Ber’eqs ew dara ku sibê zû nêzikî me, niha nêziktirî deriyê sosyalê bû. Dema em ji xênî derketin, gelek kes li ber dêrî li erdê rûniştî bûn. Ji bona wan digotin kesên sebatkar. Yên sebatkar ew kes bûn ku îro nikaribûn gavekî pêşve biçin û hêvîya ku wê ji bo sibê randevûyekê bigirin nemabû lewma jî berê xwe didane kampên xwe û diçûn. Ji bo vê qeydê digotin fîşa paşveavêtinê. Yanê bi vê kaxizê dihate gotin ku “sibê jî werin û heya êvarê li bendê bisekinin. Di vê navberê de kesên sebatkar wê li derveyî xênî doreke nû pêk bihaniyan, wê ji sibê zû saet çaran heya saet heştan li bendê bimînin da ku ew bibin kesên yekem yê têkevin hindur. Em vegeriyan li navendê da ku razên. Lê em vegerandin ji ber ku cihê razanê nemabû. Me jî ji wan du poşêtên nû yên şîn xwastin ji ber ku yên berê peritî bûn. Paşê em vegeriyan digel kesên sebatkar ên li bendê. Şevê pê ve em wisa kerrekerr sekinîn, bi tenê çend caran hin kesan tiştek got. Saet heştan de derî ve bûn. Em navbera 50 kesên pêşîn bûn ku reviyan li ber derê ofîsê, lê dema me xwe gihand wê derê jixwe 20 kesê din li wir ketibûn dorê. Me rûyê wan nas nedikirin, tevlî kesên sebatkar li bendê nesekinîbûn. Şev ji ser dîwaran re ketibûn li hindur û li hewşê bendê mabûn. Qet nebe wê rojê me fîşê paşveavêtinê girt. Paşê sosyalê dîsa deriyên xwe girtin. Xwedêkirî kesek hat û bi ingilîzî gotê heke em bixwazin, em dikarin wê şevê li salona baskêtbolê derbas bikin. Birayê min, ez û bîst kesên din ên perîşan dan li pey wî. Me xwe li ser matên sporê dirêj kirin, balgî yan jî orxan tunne bûn, lê ez ketim xeweke wisa kûr ku min nedixwast tu carî jê hişyar bibim. 

Berlin, 2024

Ez li nêzikî Ubahnê navbera rawestgeha dawîn û ya berîya dawîn li cihekê dijîm.Ev yek ji bo min gaveke gelek baş e ji ber ku Rîngbahn ku li der dorê Berlînê digere, gelek nêzikî mala min re derbas dibe.

 Ev serê neh salan e, ez dixebitim da ku bibim niştecihekî şanaz yê vê çemberê. Lê piştî demekê min kelecana xwe winda kir ji ber ku ji bo meriv kelecan be bext hewce dike û bextê min tunne. Lê di vê xalê de divê ez bi xwe mikûr bêm. 

Ya hêsan ew e ku meriv sûc bavêje li stûyê felekê. Belê min hin caran bawer kiribû ku bextê min tunne. Wan çaxan min digot qey kesên din pir bi bext in. Lê min niha fehm kir ku dabeşbûna nifûsê vî bajarî û bext li ser hevdu bandor nakin.

Bextê xerab ew e ku xwediyên malê, mala xwe nedin te ji ber ku navê te li wan nake yan jî perê te têrê nake. Bextê xerab ew e ku xwediyêkar bi te re qaydeyeke din dipeyive ji ber ku olê te an jî rengê porê te. 

Bextê xerab ew e ku dema tu dixwazî gazinên xwe bikî an jî tiştekî bixwazî ew sîstema rêvebirîyê ku bîst rûpel form bes ji bo te çê dike, dide destê te û dadigirî lê kesek naxwîne. 

Bextê xerab ew e ku te bi zanetî li ber deriyên sosyalê dihêlin, serlêdana hemwelatiyê bi zanetî bêbersiv dihêlin da ku tu li ser biryarên siyasî nikaribî bikî, kaxizên te yên serlêdanê ji ber destê karmendan winda dibin û ev yek ne xema tu kesî ye.

Ji bo min bextê xerab her wiha odeya min e, ku ew ji malekî bêtir dişibe mêvanxaneyeke- “ez ê salekî li vir bimînim heya min ji bo xwe tişteke baştir dît”- wiha dibêje vê derê meriv derbarê cihên wiha de.

Gava meriv cih û mezinahiya odê dinêr e, kireya em didin bêguman pir zêde ye. Xwediyê malê li ser pişta me pera qezenç dike.Lê em çima vê yekê qebûl dikin? Pir hêsan e. Ji ber ku çareyeke me ya din tunne. Ez niha li vir dijîm, lê wisa baş pê bawer im ku ez ê heta roja piştdawiyê dîsa li vir bijîm. 

Ez li Berlînê, lê li cihekî din dijîm, aîdî vê derê an jî wê derê nîn im. Ez nahêlim ku bibim parçeyekî pêwendiyên dibe ku vê derê pêkbên.

Te bibêjî vê derê her kes koçber e.Her kes di navbera civakan, neteweyan, nijadan de diçe û tê. Her kes ketiye li pey xweya xwe, li pey hevalekî, li pey hembêzekî, li pey xanîyekî ye ku poşêtên xwe yên bavêje dolabekê. 

Tu kes êdî baweriya xwe bi îlticayê û malê nayine.

Wekî çawa ku ez nikarim ji serê xwe bavêjim, tu kesek nawêre ku kartonên malbarkirinê bavêje û valêzên xwe carekî bi pakî vala bike.