Li ser nava masê mûzek di taseke sipî de disekine. Zer-qehweyî, hema bibêje ber bi xerabûnê ve diçe. Ne mezin, ne piçûk, mûzeke ji rêzê, kokek li wê. Mûz bi xal û noqteyên piçûk pêciyayî ye. Xaleke reş li navê dişibe çavekî reş. Mûz wek nîşaneya fallîk tê hesibandin. Ez xwe tînim ji bîra xwe ku li mûzê dinêrim. 

Lê belê, carna mûzek bi tenê xwarina gorîlayekê ye, ku li baxçeyê ajalan ya li bajarekî mezin dijî. Nexwe baxçeyên ajalan bi tenê li bajarên mezin hene. Bajarê min gelek tenya û biçûk e, baxçeyê ajalan lê tunne. Lê li nêzîk, bajarê Charkiwê baxçeyekê ajalan hebû, ku niha hatiye bombebarankirin. Bombe li ser bajarên min de jî ketin. Şevekê rokêtek ket li ser mala xwîşka min, mala wê nêzikî mala me. Serê sibê xwîşka min telefon ve kir û behsa bûyerê kir. Gava cihê wê diheje, ew direve derdikeve balkonê da ku şewatê mêze bike. 

Ez dengê êrîşên esmanî yên xwîşka min dibihîze nabihîzim. Ez mirovên ji bo pere kişandine ketine dorê nabînim, bes tê bîra min ku min çend heb dîtibûn. Lê ez tînim bîra xwe ku çawa li ber şanoyê darên berrûyan kulîlk ve dabûn, ez çawa digel xwîşka xwe diçûme kafê. Xwîşka min dibêje belê, qey wisa bû. Ew her roj derdikeve derve. Lê belê ez ê ji êrîşên esmanî, ji rokêtan bitirsiyama. Ez ê bitirsiyama ku li Vir û Aniha bijîm. Di xeyalên min de bajarê min bi şer hat wêrankirin. Lê xwîşka min li wir bê tirs dijî. Heya aniha, vê dema şer de ew dîyetê dike û serê her sibehê giraniya xwe dipîve. Dîyeta wê ew e ku rojê mûzekî tenê dixwe.

 Eynî yek ji vê mûza niha li Berlînê li ser masê disekine.