Gava ez ji dayik bûm

Navê xweda di guhên min de
Bi erebî xwendin
Û bi ser de bi navê weliyan
Nasnameya min pê hejandin

Ne ez bûm welî
Û ne jî xweda li min derket xwedî.