Kenê rûyê min sexteye
Di nav ramanên min de şer heye
Payizê kirasê zivistanê li xwe kiriye
Pêşeroj tarî xuya dike
Her kes ben bi ber xwe ve kaş dike
Her kes dixwaze pêl pişta yên din bike
Baran ber xwe dikeve
Ku çawa bombe jî ji ezmana dibarin
Aşitî birçî maye
Kes nema di şahiyan de jî xêran lê dike
Jiyan ber bi tarîtiyê ve diçe
Û hêvî dikim li dawiya rê de
Findek vêketî li benda me be.