Tu bimîn
Bihêl bila şer xilmaş bibe
Û goristan rawestin
Agirbestek divê
Ku dil ji evîna te bêhinvedanekê bistînê
Ku bes hespên xeyalên te
Pêle hinavên min kin
Her ez bîre te bikim

Bila helbesta ku ji te têr nebûyî
Agir berdinê
Û xweliya wê bi ser çemekî da daweşînin
Belkî bibe para qamîşan
Ku bilûr têr jan jê vexwin

Kî li pêş kê derket
Kî berê çû bila ji hev pirskin
Bila li êvarê guhdarkin
Li çîrokên şevbêrkan

Tu bimîn
Ku baran ket û hilma axê bi xwe re bir
Ku stêrkê ezman girt û li sibehan bar kir
Ku rêwiyan kon hilkişandin û hêvî mir

Tu bimîn
Û bila navê bajêr yê te be
Û bîranînan jê bikşîn

Li kêleka rê dar hev himbêz dikin
Li rengê hev nanêrin
Kesk dibin bi şahî
Diçilmisin, zer dibin
Diweşin li dawî

Xwezî ez dar bûma
Tu bimîn
Ez ê herim