Çarşem, 14 îlonê 2022. Hinekî zûtir ji xewê hişyar bûm ku seqemeke ecêb heye.Wan rojên dawiyê hewa êpêce germ bû. Ji pencerê re derve dinêrim, babîloskê belg dane li ber xwe pê dilîze. Roj êdî hil tê. Hinekî şûn ve wê ronahî bibe. Saet serê sibê li dora 5an e li Berlînê, nêzikî rawestgeha U8 Karl-Bonhoeffer-Nervenklinikê me. Navenda penaberan ya piçûk li nava devî an jî parkekî de ye, ku ez ê çend rojên xwe lê derbas bikim. Ez stûyê xwe miz didim ji ber ku balgîyê min mîna blokeke hesinî, cihê min jî şilteyeke ku meriv navbera rojê de dikare qat bike û bide aliyekê. Pênc roj in ku ez li vir im û min heya niha hîç kûr ranezaye. Bêguman li vê derê razan baştir e ku meriv li keştiyeke zengarî rûniştî, li ser deryayên vekirî, bi endîşe û tirsê razê. An jî carcarna ez hema bibêje ji bîra wan rojan dikim. Her çi qasî zehmetiyên wan rojan zêde be jî, xweşikîyên wan jî hebûn, gerçî xweşikî min xwe bi xwe çê kiribûn da ku xwe bavêjim bextê xeyalan. Navê min Ehmed e û ez dixwazim li vê derê hindek demên taybet yên jiyana xwe bi we re parve bikim.

Navê min Ehmed e.

Kenekî bêhemd li rûyê min peyda dibe dema ez dibihînim ji bîra xwe ku vê rêwitiyê çawa destpê kiribû, gava birayê min ji min re gotibû valêzên xwe amade bike, em ê biçin almanyayê. Min ev gotina wî wek henekeke beredayî dîtibû. Wî çima dil hebû ku min bibe almanyayê? Ez ku êdî bibûm niştecihê tirkiyê. Li wir mezin bibûm, tevahiya zarokatiya min li wê derê derbas bibû. Heya niha min hîç neanîbû hişê xwe ku ez ê rojekî terka wê derê bidim. Lê birayê min behsa rêwîtiya deryayê dikir ku ez ê nêzikî hefteyekê dirêj bibûya. Dema wî xwarinên pakêtkirî anîn, min fehm kir ku ew cidî ye, ku wî xwarinên wek mortedella, garis, masiyên ton û hemû tiştên xerab nabin anîbûn. Gava dêya min amadekariya cil û bergên me dikir, min jî berê xwe da pirtûkxaneya xwe ya piçûk da ku ji bo rêwîtiyê pirtûkekê hilbijêrim. Min yek bi yek romanan nihêrî. Divê pirtûkeke ji 400 rûpelî zêdetir bibûya ji ber ku min dizanibû ku wê înternet tunne be. Pirtûka min hilbijart “Navê min Ehmed e” ya nivîskar Ayman Otoom bû. Bi rastî nizanim min çima ev pirtûka hilbijart. Dibe ku navê min tê de derbas dibû yan jî hejmara rûpelan ji 500î zêdetir bû. Paşê derketim derva da ku her çi qasî zêde bibînim ew qasî qehweyên amade bikirim. Roja beriya me, em ê digel nêzikî 50 kesên din li keştiyê siyar bibûna.

Tarî

Mersîn, Yekşem, 28.08.2022, Nîvêşevê. Em li benda wê keştiyê ne ku li gor gotina wan divê me bibe Îtalyayê. Heremeke bêdeng û xalî ye. Dawiya dawiyê keştî hat û lenger avêt li bendera kevirîn. Keştiya em li bendê bûn di eslê xwe de lodkeyek bû û ji bo me hemûyan pir piçûk bû. Tarîyeke reş û kûr bû. Heya ev qas zêde meriv hatin lê rûniştin keştî di cihê xwe de lîstî bû. Em bi awayeke aciz, ketin li kêleka hevdu û rûniştin. Paşê me ji Mersîna tirkiyê berê xwe da cihekê li Îtalyayê êdî her li ku der be.

Serpehatiyên Deryavanekî Wêrek

Şeva pêşin min hê jî dikaribû ronahiyên qeraxa Mersînê bibînim. Heşt salan zêdetir li wî bajarî jiyam. Her çi qasî min zarokatiya xwe, hevalên xwe, jiyana xwe li wê derê li pey xwe dihîşt, ez dîsa jî dilşad bûm. Min ew xemgîniya ku meriv ji mala xwe, welatê xwe vediqete hest dike, wê rojê hest nekir. Dibe ku sedem ew bû ku min di rastiyê de ji kolanên wî bajarî, sûkên wî, dibistan û niştecihên wî nefret dikir. Dibe ku mehekî berê ez di pola dehan de mabûm lewma min ji wî bajarî hez nedikir. Lê belê, normal bû ku ez di polê de mabûm ji ber ku min pirtûkên mektebê carekî jî venekiribûn û çizgîyek be jî neavêtibûyê. Min pirtûk li malê hîştibûn û gelek caran neçûbûm dibistanê. Wê salê ez tevde winda bibûm û min nediwêrî tu tiştekê bikim. Bi tirêjên yekem yên rojê, min wekî biryar dabû, xwast ku digel qehweyeke sar bêyî ku înternet bala min belav bike, romana xwe ve bikim û bixwînim.

Bêguman rastiyên rewşê û biryara dilê min bi hevdu nekirin: xirreçira motora keştiyê û zarokên qîreçîr nehîştin ku ez biryara xwe bicih bînim.

Her kesî dûa dikir ku em bi saxî silametî xwe bigihînin Îtalyayê û keştiya me 200 kîlometre nêzikî qeraxa giraveke Yewnanistanê noq nebe. Helbet meriv nikare ew qasî avjeniyê bike. Her ku diçû dem dirêj dibû. Dilê min dixwast ku hevtemenekî xwe nas bikim lê belê bi tenê zarokên biçûk ên digel malbatên xwe hebûn. Mirovên din jî hemû herî kêm pênc salan min mezintir bûn. Her çi qasî çongvedana digel wan kêfa min nehaniya jî min biryar da ku tevlî kesên mezin bibim û wekî wan xuya bikim. Bi vî awayî ez tevlî komeke bi pênç kesan pêktê bûm ku ev kes her digel hevdu rûdiniştin. Me digot xwezila yekî bi xwe re kartên lîstikê bihaniyan. Lewma me ji hevdu re çîroka jiyana xwe vegot û dem wiha derbas kir. Paşê tiştek qewimî ku her kes pê kelecanî bû: te bibêjî motora keştiyê nifirên min bihîztibe, agir pê girt û destbi şewatê kir. Berpirsiyar bi telaş reviyan da ku êgir damirînin. Lê em bi tirs û xof li bendê bûn. Bi saetan ew tamîr kirin. Şeva me ya pêncan bû û dema roj diçû ava dîmeneke tarî û xalî ya wek şevên beriyê derdiket holê. Û êdî bi tenê kîsikek qehweya min mabû. Ew jî ji bo rewşên derasayî hatibû veşartin. Lê min êdî biryar dabû ku vê qehweyê aniha vexwim. Heke ez ê bimiram jî divê min ew qehweya dawîn vebixwara! Piştî ku min qehweya xwe ya sar tev de, bala min kişand ku powerbanka min êdî vala bû. Di telefona min de jî ji sedî deh sarj mabû. Min ji çenteyê xwe guhdankên xwe derxistin, di telefona xwe de ji sitraneke qeydkirî ya Assala Nasryê geriyam,min çenteyê xwe mîna balgîyekî da navbera pişta xwe û darê li kêleka keştiyê, lingên xwe berjêr berdan avê û dema dengê Assala Nasryê dihat, ez ketim temaşeya stêrkan;

“Ev e Şam… û ev jî qedeh û mey e.

Ez hez dikim… û hinek evînî mîna kêrekî ne di bedenê de.

Ez Şam im… û heke hûn min bikin du felq wê sêv û tirî bikişin ji min.

Li vir in rih rîşalên min… dilê min… zimanê min…

Ka gelo çawa rave bikim? Gelo raveya evîniyê heye?”

Pêleke piçûk ji ser pîyên min re avêt. Min sermaya avê hest kir, hewl da ku her çi qasî min bê ew qasî kêfa qehweyê hildim, destpê kir ku dîsa stêrkan temaşe bikim: li wê derê stêrkên mezin, biçûk, teyisî û zenûn hebûn. Û Assalayê bi dengê xwe yî xweşîk berdevam digot: “min helbestên xwe li pişta xwe bar kirin lê wan ez westandim.

Lê çi cure helbest hene ku qaşo aramiyê bibînin?” Min di dawiyê de serê xwe ba kir û sitran çend caran guhdarî kir.

Rêhevalên Min

Dema ez hişyar bûm, dengek ji deryayê dihat. Tariyê ji zû ve cihê xwe ji bo ronahiyê hîştibû. Lê min nedidît çi vî dengî derdixe. Min bi baldarî her tiştê dûr an jî nêzik nihêrî, min heya bi baldarî pişemasiyên qehweyî ku min yekem carî di emrê xwe de didîtin jî nihêrîn. Piştî hinek xulekan ku ew denga hê jî dihat, min li dûr ve tişteke banz dide dît, cardin û cardin banz da. Beriyê min got qey ew balîna ye. Lê ev tişteke pir piçûk bû. Hinekî din nêzik bû, hêdî hêdî dihat. Nêzikî saetekî min her dengê wî bihîst, min hewl da ku bibînim lê xuya nedikir. Lê piştî xalekî ew qasî nêzikî keştiyê bû ku min dikaribû wî nas bikim: ew fînmasîyek bû. Ew bi tena serê xwe nehatibû. Hinekî li wê de du hebên din jî digel wî hatibûn.

Bi min wisa dihat ku her duyan rêça keştiyê dişopandin, li dora keştiyê çember çê dikirin da ku digel keştiyê sobalî bikin. Min nihêrî. Dema bedewiya xwe ya efsûnî dibexşand, te bibêjî rûyê wî dikeniya. Dema hinekî din nêzîk bû min dît çi bedew e. Bedewiya wî dilê min tijî bi şabûn kiribû. Min li nava çavên wî nihêrîn û wisa hest kir ku wî ji bo min peyamek aniye: “te xêre tu hatî li van deran? Tu ji welatekî nû digerî? Yan tu bes wek tûrîst tê yî? Çima li wê derê wisa xemgîn û bi tenê didanişî? Yan tu jî wekî min naçî digel yên din kêfa xwe nanêrî lê bi tenêtiyê hez dikî?”

Min xwast ku ji wî re bibêjim bê ka ez çendî dixwazim li welatê xwe bijîm, ji ber ku ji wê roja ji welatê xwe derketime heya niha mîna çawa ku ji her tiştî newan bûme. Li welatê xwe dilşad bijî hevalo, ji ber ku derya maleke xweş e ku tu ne neçarî bi sucdaran re parve bikî. Lê belê min dizanibû ku ew ji zimanê min fehm nake lewma me ji bo çend xulekan hevdu nihêrî heya ku wî berê xwe da hevalên xwe û çû di deryayê de winda bû.

Avavexwarinê

Te bibêjî fînmasî ji bo mizginiyê bibînin hatibûn, piştî çend saetan ewlehiya qeraxê ya Îtalyanan hat em dîtîn û şûşe bi şûşe ava vexwarinê dane me. Em li dora sê kilometroyan nêzikî nêziktirîn qeraxa Îtalyayê bûn. Wan bi şûşeyan av dane her kesî: him kî em keştiyê siwar bibûn me wisa bi kêfa dilê xwe av venewaribû, şeva heftan de ava me ya vexwarinê hema bibêje xelas bibû. Dawiya dawiyê me xwe gihand xaka Îtalyayê. Ji wê xalê pê ve her tişt pir zû qewimî. Em li Îtalyayê tenê du rojan man, paşê me xwe gihand Swîsrê ku em li wir jî bes du rojan man heya me xwe gihand almanyayê. Hevalên min hesûdiyê dikin ku min Îtalya dîtiye. Ma wê çi be? Li ser rûyê dinyayê tu welatekî Îtalyayê xweşiktir heye? Lê ya ku hevalên min nizanin ew e ku ew rojan, rojên xerabtirîn yên jiyana min in. Min her li derve radiza û carekî di bin baranê de hema hewa 3 derece bû divê min raza. Ev ne şert û mercên baştirîn in ku mirov welatekî xweşiktirîn yê Ewropayê nas bike.

Berlîn

8ê Îlonê saet 9an de trena me gihîşt îstasyona navendî ya Berlînê. Em peya bûn û hevalekî birayê min di destê wî de du fîncan qehweyên zehf germ li benda me bû. Heke hinekî sartir bûya wê bêtir kêfa min bihata lê dîsa jî armanca xwe bicih anî. Me berê xwe da Charlottenburgê da ku em li mala wî hevalî hinekî westa xwe daynin. Ji pencera S7ê re ku min wan çaxan navê wê nizanibû, heya em nêzikî li mala wî peya bûn, min li xanîyan û parkan nihêrî. Paşê em çûne mala wî. Xatî Ummu Abdurrahmanê ji bo Muluçîya bi birinc çêkiribû. Tehma wê heya bibêjî xweş bû. Piştî xwarinê ez mîna mirîyan westî bûm, min heya nîvê şevê raza. Ev xewa nîvro bû yan koma bû? Lê bi her halî min bêhna xwe baş vedabû. Roja dîtir em çûne ofîsa penaberiyê û me navên xwe dan nivîsandin. Odeyeke piçûk dane me lê dilê me bi vê jî xweş bû. Ji wê xalê pê ve jiyaneke nû destpê kir ku tu pêwendiya wê digel jiyana min a berê tunne bû. Êdî bajarê ku ez lê dijîm wê Berlîn bûya. Lewma divê ez hînî vê rewşê bibûma, divê min ji bo xwe jiyaneke din, hevalên din bidîtiyana.

Niha 29ê Adara 2024an e. Ez van hevokan dinivîsim û hê jî lêgerîna xwe didomînim.