Hey Banksy!
te dengê avê hîç nebihîst
ku gava lotke dikeve navê,
Tevî dengê hênaseyên bêaram dibe.
An jî dîtiye te sîngeke radikeve û dadikeve,
an jî xofa di çavên zoq vekirî de,
ev qîrînên bilind û ên bêdeng,
ev sirûşta mirov a hov,
ew barana giran a bibahoz,
Ew qerebalixa cilên tarî lixwekirî.
An jî pê hesiyayî çawa lokte xwe li pêlan dide,
dîtiye ku çawa beden li ser avê dikevin,
mîna masîyên mirî
kerr û lâl in.
te yek ji van nedît.

Hey Banksy!
tu dizanî gelo, li welatê xwe ez ketim erdê,
sîya min jî li erdê ket her wiha,
Û li dewsa dilê min pirtikek kelpîç hebû.
Tu gelo dikarî giraniya dilê min texmîn bikî?

Bansky, divê tu şaş fehm nekî,
ez dimeşim lê mirî me,
ku ev yek derfetê dide hikûmet xwe cehl bikin.

Tu xweşikîyeke lotkeya plastîk tunne, Bansky…