Erê li vî cihî me
Li kêleka vê şibaka biçûk
Bi çavên tijî hêstir
Li kuçeyên bi mij yên bajarê te dinêrim
Li Nalîna dayikan
Û bêkesiya keçên te

Li vir çav li rêya bihara te me
Û saniyeyan dijmêrim
Lê payîza te ya bêrehm
Şaxên sibehê hejandin
Û zarok
Danîne kêleka tenekeyên bermayiyan
Û bin kavilan.

Erê li vî cihî me
Di şibakeya biçûk de
Bextê reş yê bavekî dibînim
Ku bi tenê li dora sifreyê runiştiye
Û xeman dixwe.
Hembêza dayikê ya vala dibînim

Û zarokek bê stargeh
Ku li hêlîna xwe digere
Li heman cihî bêdeng mîna Silsal û Şemame*
Zîq mame li wêneyê pir ji te û wêraneyan
Li vir, li heman cihî girîn dikeve qirkê
Û di nav pêlên xeman de dixeniqim
Xeman dixom ji bo wan xunçeyên nebişkivî
Bêzar im ji xatirxwestinên ji nişka ve
sifreyên vala
Û pirpirokên ku baskên wan hîn venebûne
Dibim şahid ji pişta bavekî ya şikestî re
Ew ku nizane kîjan dîwar mala wî ye
Û her kevirê kavilî yek bi yek
Bi hêviya dîtina zarokên xwe bilind dike

Li heman cihî me
Li newala reş ya bêdengiyê
Di nav loda kesên ku êdî ne li vir in

*navên du peykerên li Bamyan/Efxanistanê