Mazarê min î delal
ez çawa dikarim te binexşînim?
Ez ka çawa bihûştekê binexşînim, ji bo kesên nizanin bê tu çawa xuya dikî?
Evîna min
jiyana min
sibeha min.

Sala nû li vê derê bi Newrozê destpê dike
bihar bi laleyan destpê dike
havîn bê rehm dişewitîne
û seqema zivistanê dikûje mirovan.

Mazarê min î delal
cihê ku Rûmî hatiye dinyayê
cihê ku deriyan bi şîn boyaxkirî ne
cihê ku çiya cileke sipî li serê xwe dikin
cihê ku ji mizgeft heya gera futbolê ya Simor-Aborz
meriv ketine li dorê, da ku tevli pêşbaziya hespan Boskaşîrê bibin
cihê ku mirov bi zimanên cur bi cur dipeyîvin.

Cihê ku deriyê dibistan û zankoyan hate girtin ji bo jinan
cihê di bin desthilatiye Talîbanên nexwendî de ye
cihê ku Almanan li wê derê ji xwe re malek ava kiribûn, lê niha wêran bûye.

Mazarê min î delal
navenda şeran
cihê ku gule dikevin li erdê ji dewsa dilopên baranê
cihê ku robarên xwînê dikişin ji dewsa avê.

Mazarê min î delal
bihûşta min
bi hezaran sal in ku tu berxwe didî
ka çîroka te divê çawa bidome?