Hinek dem di ser re derbas bûye
Ku pisîkek reş li ber deriyê min li Îranê runiştibû
Pişt re guldankek şînayî bû li wir, bêhna wê hîn jî tê pozê min
Pisîk li kêleka hewzê masiyan hesret dikişand
Mal ne mala min bû
Gerçî dînek bû ê li wir rûniştî
Ez ne ez bûm
Dibê qey pisîkek di şûna min de jiyabû
Dibe ku sibê here malek din
Ya di nav min de
Ya di nav mirovek din de bijî
Ya di gul û guldankê de
Ya di ajalek din de
Guldan yan mirov yan heywan çi ferqa xwe heye