Saet 04:50 sibehê agahî ji Kîevê hat.
Hevalê hevjînê min yê herî baş.
Em naxwazin rahêjin telefonê.
Telefon bi berdewamî lê dide.
Oleg radihêjê.
Heval sê gotinan dibêje:
"Kîev tê bombekirin"
Em ji nav nivînan derdikevin.
Em tam şiyar in.
Kîev tê bombekirin.
Tişta ku me hemûyan texmîn dikir, bi rastî jî dest pê kir.
Şer.
Em li gundekî biçûk dijîn.
Ti agahî tune ne.
Di televîzyonê de nûçe tunin.
Dayik li Polonyayê karê paqijîyê dike.
Dayê gotibû, "Çenteyekî tije bikin."
Du hefte beriya niha bû.
"Belê, belê dayê, çente amade ne."
Ev derew bû.
Me ji wê bawer nekiribû.
Min çente amade nekiribû.
Pasaporta min bi min re ye.
Ya merê min li gundê wî ye, nîv saetê ji me dûr.
Li wê derê birayê wî dijî.
Dê û bav ne li dinê ne.
Dayik, dîsa û dîsa telefon dike.
Em dizanin: Dawiya me hatiye.
Dayê mafdar bû. Û em her berdewam derewan dikin.
Em dibêjin, em ber bi sînor ve ketine rê.
Ev ne rast bû.
Erebeyeka me heye. Tanka wê vala ye.
Hevjînê min dibêje, ew diçe benzinxaneyê.
Saet 6:30 e.
Em derî vedikin.
Em dîmenên qiyametê dibînin.
Li gund her kes bi vir û wir de direve.
Ew diqîrin.
Li ber benzînxaneyê rêz heye.
Li ber otomata bankê rêz heye.
Li ber deriyê marketê rêz heye.
Sîstemên onlayn hatine girtin.
Bi tenê pere derbasdar e.
Yê me tune ye.
24ê Sibat ye, roja ku divê ez meaşê xwe bistînim.
Ez li patronê xwe digerim.
Ew xwedîyê restoranekê ye.
Dibêje, "Ji bo wergirtina mûçeyê 15 deqeyên te hene."
Restoran li qata erdê ye.
Em li qata sêyem dijîn.
Pere di destê min de ye.
Hêvîya min heye, direvim benzînxaneyê, dikevim rêzê.
Piştî sê saetan, dawiya dawî em benzînê dikirin.
Piştre, me berê xwe da gundê hevjînê min.
Saet 9.30
Oleg, hevjînê min dibêje ew naxwaze biçe.
Ew dixwaze li ba birayê xwe bimîne. Ew dixwaze welêt biparêze.
Ez dibêjim,: "Heger tu neçî, ez jî naçim."
Ew dibêjê ku di vê rêwîtiyê de tiştên tirsnak diqewimin.
Ji ber vê yekê ew dixwaze bi min re were û piştre vegere.
Saet 11.00.
Li cem brayê Nîkolai.
Nîkolai naxwaze bireve. Em bi wî re xeber didin, lê ew naxwaze.
Niha di destê me de pasaport, şarjek, belge û hinek pere heye.
Pişt re em ber bi sînor ve bi rê dikevin. Ber bi rojava ve. Heta Polonyayê.
Saet 13.00
Rêzek heye. Heta çav dibînin, mirov hene,
Em bi Nîkolayî re bi telefonê xeber didin. Em jê rica dikin, "bireve".
Ew naxwaze.
16:00
Nikolai dibêje, ew bi me re tê, tê Polonyayê.
Saet 20.00
Nîkolai li ber deriyê sînor e.
Em, li aliyê din in.
Nikolai dibêje: "Heta deriyê sînor 26 kilometre trafîk heye.
„Ez nikarim xwe xilas bikim."
Saet 10.00ê êvarê
Serokkomar dibêje, mêr divê ji welêt dernekevin.
Nîvê şevê.
Mêr ji erebeyê dadikevin.
Jin direksiyona erebeyê digrin destê xwe.
Jin û zarok ber bi rojava ve diçin.
Mêr li wir man.
Gulan
Fermana leşkeriyê ya Nîkolay hat.
Em niha li benda wî ne ku tevlî şer bibe.
Tenê xizmekî Nikolai heye ew jî Oleg e.