Min si salekî pê ve destbi pola “Willkommensklasse“yê kiribû, çi destê min bê ew kir û almanîyeke herikbar fêr bûm, dema ku ji nişkeve tiştekî xwe avêt dilê min. Xemgînîyekê ku ez ji destê wê rizgar nedibûm. Endîşeyeke kûr ku ez ê êdî careke din dê û bavê xwe nebînim. Vê hestê pêsîra min bernedida. 

Min kontrola xwe ya li ser kiryarên xwe winda lir. Ji nişke ve her dereng diçûm mektebê. Gelek rojên mektebê ez li malê dimam. Min bi neçarî guhê xwe da gazinên kesên li der dora xwe, dildara min a wê demê, wasî, mamoste û şêwirmendên karên civakî. Heya min êdî bersiva telefonên malbata xwe jî nedida. Min pêwendiya digel hevalên xwe yên li Îranê jî xerab kir.Min du mehan carekî  ji malê re telefon dikir. Û gava min telefon dikir jî divê min guhê xwe bida malê bê ka ez divê çawa tevbigerim. Bibim kesekî çawa. Divê kiryarên min çi bibin. 

Dildara min, alîkar û karmendan gotin ku ez divê biçim derûnînas. Min nedixwast. Ez hîç neçûm. 

Paşê, axirî, piştî şeş salên dirêj pêkan bû ku ez biçim li Îranê malbata xwe bibînim. Ez agfan im û tu xizmeke min li Îranê tunne, lewma destûr dan ku ez biçim wê derê. Li balafirgeha Tehranê, dê, xwîşk û birayê min î mezin pêşwazîya min kirin. Serê sibê saet 5an de em gihîştin li cihê xwe. 

Lê her tiştê nas, her tiştê ku min hesreta wê kişandibû, ji nişke ve wisa biyan xuya dikir.Piştî ku me xal û xatir ji hevdu pirsî, min xwe da li goşeyekî bêdeng sekinîm.Ez bibûm biyaniyê malbata xwe. Birayê min î piçûk ku bejna wî nîv mêtro bû dema ez çûm, aniha çend santîmetreyan ji min bilindtir bû. Heya wî jî xwe li der dora min wek biyanî hest dikir. Dema ez bi 15 salî ji welatê xwe derketim û min berê xwe da almanyayê, tu carî ji bîra min dernediket ku min ji bîr kiribû dêya xwe careke duyem hembêz bikim. Min wisa dikat ku min giyanê xwe li wê derê, li pey xwe hiştiye.

Niha ez digel wan bûm, dêya min, bavê min, birayê min, lê min tenê dixwast ku ez bi tenê bimînim û bigirîm. Giyanê min wisa windabûyî ma.