Heke ez zagonçêker bûma, min ê hemû biyanî ji welêt biqewirandina, welat wê dewlemend û xweş bibûya.
Himm, biborin, lê wê demê mafê mirovan wê çi bûna?
Belê, bêguman wisa ye. Wê demê min ê zagonên hanê derxistina.
Zagon 1
Heke tu zimanê almanî nizanîbî, tu yê ji almanyayê bêyî qewirandin.
Zagon 2
Heke tu tevli suc bibî, tu yê ji almanyayê bêyî qewirandin.
Zagon 3
Heke tu dîploma mektebê bi xwe re neyinî, tu divê mektebê dubare bikî.
Zagon 4
Heya ku tu ji almanyayê neyî qewirandin, mafê te tunne ku tu terka almanyayê bidî.
Baş e, bawer dikim ku zagon êdî tam û temam e.
Na na na, lehzeyek ji kerema xwe. Dibe ku kesek biceribîne ku hemû van zagonan bi cih bibîne!
Baş e, baş e, zagoneke dîtir;
Zagon 5
Divê her biyanîyek 1000 destnîşanan kom bike, da ku bikaribe li almanyayê bimîne. Ax yek jî, her keseke ne porzer be, wê ji almanyayê bê qewirandin.
Ez bawer dikim ku ev zagon wê têr bikin ku almanyayê 100 salan pêşve bibin.
2024 | Mahdi Hashemi | Efxanistan