Qêrîna me tucarî nekete li pey xewê,
xewa çavên mirovayetiyê,
ku mirovayetî li çavê xewnereşka me dinêre û xwe kerr dike.
Tunne tu Buddayek ku hêsiran ji bo me bibarîne,
mînare û çankoç xwe kerr û lâl dikin,
dema ku em dimirin.
Dema hikûmetê hemû mal û milk firot
Da wan ên sergerde û dijminên xwîna jinan,
tu tiştek nemabû êdî,
ji xêynî Peykera Azadiyê,
çil mêtro hesin kêr nayê.
Gund bihêlî ji bo dizan, ev hêsan e,
heke rêber nobedarê gund xwe be,
ji xwîna mirovên bê suc û guneh,
xalîçeyeke sor li ber piyên wan raxistine.
Tirsa me tunne ji tûjiyê,
tûjiya wan ên ku her şûr li dêst,
heya daristan jî her li ber diranên birrekê dijî,
em ku ji salan pê ve, rih û rîşalên me xwînê de bin jî, kesk mane,
di dilê rojhilatê de her roj qewla mirinê tê kirin.
Her Şevekê Heye Sibehek,
esman tucarî heta hetayê tarî namîne,
hûn, ey birayên xwînrêj, destûra şaşiyê nedin,
Ûsiv heta hetayê di bîrê da dîl namîne.
Hûn xwe wateya tirs û xofê ne,
di kitêba erjeng de ayet li ser ayetan,
ne girîng e, bê ka çawa şîrove dikî,
na, ne mirî, ne bobelatên we wê kêmtir nebin,
heya ku çîroknûs we serdanpê bişo jî wisa ye.
2024 | Jawad Mohammadi | Efxanistan