Ez di nav bajêr de dimeşim,
her der nas û aşna tê.
Ez şîretan li mêvanekî dikim,
Mêvanekî ku reng li rûyê wî nemaye.
Tiştên wî dîtî bi nûçeyan nayên famkirin
Lê ez bi vê rewşê jî razî me,
baştir e ji welatekî biyanî.
Ez diçim nava malê
Bi tirseka mezin, dudilî,
Diçim odeya jor
Li şûna banê xanî – nêrîneke bêsînor
Banê xanî di nav xirabeyan de mayî,
Yên ku ji min re bi wate bûn,
beriya revînê, beriya şer
Şer mirovan bi biryar dike
Niha ew tişt tev bê qîmet in
û ji kesekî re ne lazim in
Xwezî ew kes bikarîbûna vegerîyana,
yên ku azadî ji me re anîn.