Ez wek Afganekî li Îranê dijiyam. Wek penaber. Xeyalê her penaberekî Afgan li Îranê ew e ku rojekî bibe xwediyê seyareyekî, mal û malbatekê mezin. Min dixwast her tişteke mirovên Îranî dikarin bikin, ez jî bikaribim bikim: fêr bibim, bixwînim. Mîna Îraniyan bijîm. Lê belê ji bo me Afganan wê derê hin rêgez henin. Ew rêgezên giran in. Tu kes nikare wan bi cih bibîne.
Ji bo ku hûn bikaribim Sîm-kartekî bikirin, divê patronekî we yî Îranî hebe.
Ji bo hûn bikaribin ajonameyê bigirin, divê hûn zewicî bin.
Ev pergaleke wisa ye ku hûn necar in ku qebûl bikin. Tu tiştek ji destê te nayê. Tu mafê te tunne ye.
Heke tu bikaribî ji têra xwe pere qezenc bikî, tu dikarî vegerî Afganistanê da ku li wir bizewicî.Ji bo zewacê dora 1 milyon divarê Afganî hewce dike. Ev 2.000 Euro ye. Ev pereyekî zêde ye. Lê meriv dikare bi vî pereyê ji xwe re bûkekî bibîne. Û meriv dikare vî pereyî navbera pênc salan de qezenc bike. Piştî zewacê mêr dîsa vedigere kar li Îranê, da ku îcar jî ji têra xwe pere qezenc bikin da ku zarokekî çê bikin.
Ji ber ku li Afganistanê kar tunne ye. Li wir divê tu bacanan bidizî. Û li wir divê tu zebeşan bidizî. Da ku tiştekê bixwî.
Li Afganistanê mêr wisa carekî de winda dibin. Malbat winda dibin li Afganistanê. Vê dawiyê min fîlmek temaşe kir ku tê de malbateke Afganî dihate kuştin ji ber ku 100 Euro deynê bav hebû û nikaribû deynê xwe bide. Pênc kes!
Ez sêzdeh salî bûm, dema min terka wê derê da. Esasen birayê min î mezintir dixwast ku biçe. Me nîqaş kir. Em beziyan hevdu. Ez li ber dêrî sekinîm; birayê min î biçûk ji nişke ve got ku ew ê jî biçe. Ew deh salî bû. Komîk! Min sîleyek avêt wî. Dêya min ev yek dît, wê jî hat sîleyek avêt min.
Min divê biryar bida. Ji ber ku min nedixwast ku ez jiyana bavê xwe bijîm. Bavê min 20 salan di fabrîkê de xebitî û plastîkên jehrî diheland da ku ji wan hin textîlên din ên jehrî bên çêkirin.
Bûxar ji çav, dev û poz, cilên we re dikeve hindur. Çêrmê we bûxarê dimije û ew ji hindur ve we nexweş dike.
Ji vî karî çi kete destê bavê min? Ew 36 salîya xwe de êdî wêran bibû.
Ez çima bixebitim madem ku tu tişteke nekeve destê min? Min xwest ez rêyeke din bidime li ber xwe. Li Îranê heke bixwazî pere bidest bixwî, divê her karekî bikî. Komkirina şûşeyên plastîk. Ev be divê dahatûya min?
Min divê biryar bida. Ji ber ku qaçaxçî got ku şansê min mezin e. Min dixwast ez ji Almanyayê ber bi Swîsreyê ve berdevam biçim. Heya dibe ku biçim Swedê. Qaçaxçî got ku li wê derê wê ji Almanyayê jî baştir be. Lê ev yek girêdayî hêzê bû. Ez li vir mam.
Ez passeporta Almanyayê dixwazim. Ne ya Afganî. Ne ya Îranî. Heya îro passeporta min tunne. Ez passeporta Almanyayê naxwazim ku bibêjim ez alman im. Ji bo min passeport bi tenê parçeyek kaxiz e. Ez dixwazim rêwitîyê bikim.
Wateya passeportê azadî û pere ye. Wateya passeportê malbat e.Passeport kêrî gelek tiştan tê. Mirovbûn e, mafên mirovî ne.
Hûn dizanin gelo çawa ye ku hîç mafeke we tunne be? Heke hûn li Îranê wek Afganen neçar bimînin ku bangî polês bikin ji ber ku kesek zirarê dide we, polês wê we jî bigire û bibe.
Alman her dizanin ku ew tişteke baştir in bes ji ber ku passeporta wan heye. Lê meriv bêyî passeport jî dîsa meriv e.