Mantoya dayikê, ji dilnizmî û xurtiye çêbûye,
ew wê li xwe dike, kurê wê niha di bin axê de ye.
Ew li ser milên xwe yê zirav,
parçeyên şer, birînên xwînî hildigre.
Sîya ku diheje li ber tavê digirî,
Feleka nifşên ku hatine kuştin.
Ji şevên bê xew ew bextê xwe dihone,
Bisîkleta wî li balkonê zingar digire.
Dil wî mantoyî li xwe dike weke mertalekî ,
wêneyê wî yê pasaportê yê çarçovekirî li odeyê ye,
Ew di bêrîka wê de bû, û li kêlekê madalyayên leşkeriyê bûn.
Wê ew ne ji bo vî şerî anîbû dinê
Wê xemgîniya xwe di merşikeka hesinî de dirêst,
merşikeka ji bizmaran yên ku di dil de dikutan.
Ev wêne li dêrê jî dihate bikaranîn,
Wê ew bi zarokatî bi zembûrê dişuşt.
Heger wê paniya wî ya aşîl bidîta,
Wê ew di cîh da radestî melekan bikira.
Çarçoveya berçavkê dîsa xwar bûye.
Xêzên testê di nav wan wêneyan da bilind dibin.
Postekar nameya teqawidbûnê di zerfekê de ji wê re tîne.
Destmaleke şahîyê weke saqoyekî lê ye.
Ew pere dide yekîneya wî,
Wê herwiha sparîşa tabûtê jî da.
Mirov wî dirêj dikin, weke li beşa ku zarok nû çêdibin,
li kêleka mezelan, li çerxa dawî.
Li ser deviya lîleka ku jê hêz dike,
dareke zirav ya xûşê xwe li ser xwar kiriye.
2023 | Nadiia Kulish | Ukraniya